Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Navxwe ya Reqayê bi daxuyaniyeke lezgîn hişyarî da şêniyên bajêr û xwest ku kel û pelên ku ji avahiyên hikûmetê û leşkerî hatine dizîn di nava 3 rojan de vegerînin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku ev pêngav di çarçoveya hewldanên ji bo vegerandina aramiyê û parastina mal û milkên giştî de hatiye avêtin.
“Mohleta 3 rojan”
Hêzên Ewlehiyê ragihand ku ji bo radestkirina hemû kel û pelên dizî 3 roj mohlet hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew kesên ku di vê heyamê de kel û pelan vegerînin dê bên efûkirin û ti lêpirsîn bi wan re nayê kirin.
Çi hatine xwestin?
Li gorî daxuyaniyê, tiştên ku divê bên vegerandin ev in:
- Hemû cureyên çekan
- Amûr û alavên teknîkî
- Pêdivî û kel û pel
- Otomobîl û wesayît
- Cihê radestkirinê
Hêzên ewlehiyê diyar kir ku welatî dikarin kel û pelên ku di destê wan de ne bibin "Yarîgeha Belediyê" (Stada Şaredariyê) û radest bikin.
Hat tekez kirin ku armanca vê biryarê "efûkirin û lêborîna tam" e ji bo kesên ku hevkarî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse