Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, yekîneyên Hêzên Ewlehiya Navxwe û artêş bi awayekî berfireh li bajarokê Zeydelê û çend herêmên başûrê bajarê Himsê hatine belavkirin.
Armanca vê gavê "rêgirtina li ber her tevlihevî û fitneyekê ye" piştî ku mêrek û hevjîna wî yên ji eşîra koçer Benî Xalid a koçer li bajarokê Zeydelê hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê ragihand ku komeke çekdar êrişî sê taxan kiriye ku şêniyên wan ji mezhebên cuda ne.
Dikan û otomobîl hatine şewitandin û tirs heye ku bazneya tundiyê berfireh bibe.
Li gorî çavkaniyan, êrişkar ji eşîra wan jin û mêran bûne ku ji aliyê komeke çekdar ve hatine kuştin.
Koma eşîran, êrişî taxên Muhacirîn, Ermen û Zahiye Basil kir, otomobîlên sivîlan şikandin û dikanên wan şewitandin.
Piştre hêzên ewlehiyê û artêş li piraniya taxan belav bûn, rêya Hims - Zeydel girt û bi hoparloran û di ragihandin û torên civakî de daxwaza aramiyê hat kirin.
Termên jin û mêrekî hatin dîtin
Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê Parêzgeha Himsê Murhef Nehsan, doh ragihand:
"Bajarokê Zeydelê, sibeya yekşemê şahidiya tawaneke kuştinê ya hovane kir ku tê de mêrek û hevjîna wî li nava mala xwe kuştî hatin dîtin û termê jinikê hatibû şewitandin."
Fermandar Murhef got, "Li cihê tawanê dirûşm û nivîs hatin dîtin ku nîşanên mezhebî pê ve bûm, ev yek amaje ye bi hewldana belavkirina tevliheviyê di navbera niştecihan de."
Aliyên pêwendîdar rêkarên yasayî girtine ber, di nav de "dorpêçkirina cihê bûyerê, komkirina delîlan û lêpirsîneke berfireh ji bo eşkerekirina hûrgiliyên tawanê û diyarkirina nasnameya tawanbaran û şopandina wan ji bo radestkirina dadgehê.
Her wiha hemû tedbîr hatin girtin ji bo misogerkirina parastina sivîlan û seqamgîriya herêmê."
Mêr bi kevirbaranê û jin bi şewitandinê hatine kuştin
Fermandarê Ewlehiya Navxwe, ew "tawana qirêj" bi tundî şermezar kir û tekez kir ku "armanc jê diyar e; ew jî bipêxistina şerê mezhebî û çandina fitneyê ye di nava civakê de."
Wî daxwaz ji şêniyên parêzgehê kir ku "aram bin û xwe ji her bertekekê dûr bixin, lêpirsînan ji bo hêzên ewlehiya navxwe bihêlin ku bi berpirsyarî û bêalîbûn karên xwe dikin ji bo girtina tawanbaran û sepandina ewlehiyê."
Di bûyerê de mêrek bi kevirbaranê hatiye kuştin û hevjîna wî jî heta mirinê hatiye şewitandin, piştî bûyerê yekîneyên artêşê û hêzên ewlehiya navxwe li cihê bûyerê hatin belavkirin.
Bi xwîna kuştiyan dirûşmên mezhebî hatine nivîsandin
Li gorî çavkaniyên xwecihî, mêr û hevjîna wî "ji eşîra koçer a Benî Xalid in û sedemên rasterast ên kuştinê ne diyar in, lê hebûna dirûşmên mezhebî ku bi xwîna kesê kuştî li ser dîwarê malê hatibû nivîsandin, amaje ye bi wê yekê ku yê ev tawan kiriye dixwaze tevliheviyeke mezhebî li Himsê derxe, mîna tiştê ku li parêzgeha Siwêdayê qewimî."
Her wiha amaje bi wê yekê kirin ku "ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed ve, parêzgeha Himsê, bi taybetî ew taxên ku şêniyên mezhebên cuda lê hene, di rewşeke ne aram de dijîn û tawanên tolhildanê û kiryarên kuştin yan revandinê hene."
Tedbîr û aramiya li Himsê
Yekşemê, hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Himsê yê li rojavayê Sûriyeyê, di nav tedbîrên ewlehiyê yên tundtir û qedexeya derketina derve de, aramî vegeriyaye.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa ragihand, dewlet û civak bi ser ketin di aramkirina bilez a rewşa Himsê de, tevî "giraniya tawanê û xwesteka hinek ji niştecihan ji bo bertek û tolhildanê."
Hemze Mistefa li ser Facebookê nivîsî: "Dosyeya aştiya civakî, di pêşîniya karên hikûmeta Sûriyeyê de ye û şik tê de nîne ku divê hewldanên zêde bên dayîn ji bo çespandina wê wekî rastiyeke zindî, di nav de bidestxistina dadmendî, lêpirsîn û lihevhatina civakî."
Beriya ku hêzên ewlehiyê kontrolkirin û vegera aramiyê bo deverên cuda yên bajêr rabigihînin, hikûmeta Sûriyeyê ji bo 12 demjimêran qedexeya hatûçûnê li Himsê sepandibû.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ragihand, "Heta niha ti belge nîne ku biselmîne tawana Himsê xwedî nîşaneke mezhebî ye."
Nûredîn Baba ji medyaya Sûriyeyê re got, "Lêpirsînên destpêkê tekez dikin ku ew hevokên li cihê tawanê hatine nivîsandin ji bo manîpulasyonê ne û ne mezhebî ne.
Hemû îhtimal hîn li pêşiya lêpirsîna tawankariyê vekirî ne."
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya desthilatdaran dikin ji bo çareserkirina rewşê
Alîkara Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Najat Rochdi ragihand, piştî raporên derbarê êrişên li ser xelkê sivîl û milk û malên wan, ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Himsê dike.
Najat Rochdiyê di hesabê xwe yê tora "X"ê de nivîsî, "Ez tekezî li ser pêwîstiya zêde ya vegerandina aramiyê, parastina sivîlan û pabendbûna bi serweriya yasayê dikim.
Her wiha divê lêpirsîn bi kiryarên tundiyê re were kirin û em çavdêriya hewldanên desthilatdarên Sûriyeyê dikin ji bo çareserkirina rewşê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse