Şam (Rûdaw) - Ji bo beşek ji Xiristiyanên Sûriyeyê îsal saleke xemgîn bû.
Sena Elmesûd yek ji wan e ku hevjînê wê di Hezîrana îsal de di teqîna Dêra Mar Elîas de canê xwe ji dest dabû.
Ew niha mûman li ser giyanê wî vêdixe û bi tenê sala nû pêşwazî dike.
Sena di heman demê de amadekariyên koçberiyê jî dike.
“Aramiya me têk çû”
Welatiya Xiristiyan Sena Elmesûdê behsa rewşa xwe ya derûnî û biryara xwe ya derketina ji welêt kir û got:
“Ez dixwazim ji vir bar bikim. Piştî teqîna ku li dêra me çêbû, aramiya me têk çû.
Em çi bikin eger li dêrê ewlehî tune be? Em derbasî dêrê bûn û kesekî xwe bi me de teqand.
Me kaxezên xwe pêşkêşî Balyozxaneya Awistralyayê kirin lê em nizanin bê ka dê me qebûl bikin yan na.”
"Tirs û nearamî heye"
Li dêran nimêj û dia tên kirin, cejn û rojên pîroz tên pîrozkirin û her wiha kesên ezîz ên ku yan koça dawî kirine yan jî koçber bûne tên bibîranîn.
Keşeyê Dêra Mar Elîas a li taxa Diwêlayê ya Şamê Bitris Elbişare da zanîn ku di teqîna dêra wan de 22 kes hatine mirine û 152 kes jî birîndar bûne.
Bitris Elbişare diyar kir ku ew dê îsal ji bo aştî û aramiyê dia bikin û got:
“Diayên me ji bo aştî û ewlehiyê ne, ji bo hezkirin û hevgirtinê ne, ji bo xêrê ne.
Koçberiya Xiristiyanan di dema dawî de kêm bûye ji ber ku welatên Ewropayê êdî wan wergirtin lê hemû dixwazin koçber bibin ji ber ku tirs û nearamî heye.”
Xiristiyanî ola duyem herî mezin a Sûriyeyê ye.
Li gorî amarên Navenda Serjimêriyê ya Sûriyeyê, beriya sala 2011an nifûsa Sûriyeyê derdora 30 milyonî dihat texmînkirin û ji sedî 8 heta 10ên wan Xiristiyan bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse