Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Krîzan a Navdewletî debrarê dubare avakirina Sûriyê raportek belav kir û têde ragihand, ku êdî şerê Sûriyê bi dawî tê, lê ti garantiyek tine ye ku aştî li Sûriyê pêk were û hikûmeta wî welatî bikaribe Sûriyê dubare ava bike.
Grûpa Kirîzan a Navdewletî da zanîn, ku welatên dixwazin di proseya dubare avakirina Sûriyê de beşdar bibin pir kêmin, lewma daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir, di dûbare avakirina Sûriyê de beşdar bibe û piştgîriya projeyên biçûk bike.
Wê grûpa navdewletî ji bo beşdariya Yekîtiya Ewropayê di proseya avedankirina Sûriyê de mercek daniye pêşberî hikûmeta Sûriyê, ku hikûmeta Sûriyê destêwerdanê di karûbarê wan projeyan de neke.
Grûpa Krîzan a Navdewletî daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ji bo rakirina cezayên li ser wî welatî, dest bi reformê bike û zexta siyasî li ser aliyên din bi dawî bîne û eşkere kir, bê rakirina wan cezayan û başkirina pêwendiyan ligel welatên cîhanê, zehmet e ew welat dubare were vejandin.
Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê ku ew 8 sal e berdewam e, jêrxana wî welatî û gelek bajar û bajarokên wî welatî wêran bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse