Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di encama teqîna mizgeftekê de 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.
Teqîn danê nîvro li Mizgefta Îmam Elî ya li taxa Wadî El Zehebê ya bajarê Humsê yê Sûriyeyê çêbû ku piraniya şêniyên wê Elewî ne.
Berê hatibû ragihandin ku 3 kes mirine û 5 kes birîndar bûne lê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê amarên nû dan Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANAyê.
Çavkaniyekî ewlehiyê diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê, "Teqîn ji ber bombeyên ku li nav mizgeftê hatine danîn çêbûye."
Di dîmenên teqînê de tê dîtin ku qulek di dîwarê mizgeftê de vebûye, dûxanê dîwar reş kiriye û xalîçe û pirtûk li erdê belav bûne.
Tundiya mezhebî zêde bûye
Piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya, li gelek herêmên Sûriyeyê bûyerên tundiya mezhebî rû didin.
Li Humsê gelek taxên ku piraniya wan Elewî ne hene.
Li gorî Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û şêniyên herêmê, dem bi dem li dijî Elewiyan revandin û kuştin çêdibin.
Daxwaza parastina navneteweyî
Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan a li Sûriye û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal 24ê Kanûna Pêşîn a 2025an peyameke vîdeoyî belav kiribû.
Şêx Xezal di peyama xwe de xwestibû ku "ji bo parastinê midaxaleyeke navneteweyî ya cidî" bê kirin.
Her wiha daxwaza "rêyeke siyasî ya aqilane" kiribû ku rûmeta Elewiyan û mafê wan ê çarenivîsê garantî bike.
#BILEZ - Li Humsê di mizgeftekê de teqînek çêbû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 26, 2025
🔴 Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê li Mizgefta Îmam Elî teqîneke mezin çêbû
🔴 Di teqînê de 5 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/vNsVPxpjB1
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse