SÛRIYE - Elewiyan banga federasyonê kir

27-08-2025
RÛDAW
Nîşan Elewî Sûriye Federasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê ya Elewiyan daxuyaniyek belav kir û ji bo Sûriyeyê banga sîstema federasyonê kir.

Li gorî konseyê, federasyon dê aştiya civakî û dadweriyê misoger bike û ji bo nakokiyên navxweyî çareseriyeke mayînde ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herêma federal a ku ji parêzgehên Laziqiye, Tertûs, Hims û beşek ji gundewarê Hemayê pêk tê, dê li ser bingeheke medenî û laîk û rêzgirtina li mafên mirovan ava bibe.

Konseyê tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi biryarnameya hejmar 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û da zanîn ku divê di nava 18 mehan de desteyeke birêvebiriya veguhêz bê avakirin, destûreke nû ya demokratîk bê amadekirin û hilbijartinên azad di bin çavdêriya navneteweyî de bên lidarxistin.

Her wiha konseyê banga lidarxistina kongreyeke niştimanî ya berfireh a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de kir.

Konseyê ji bo dadweriya veguhêz jî ev xal pêşniyar kirin:

- Tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê ji bo Dadgeha Tawanan a Navneteweyî werin veguhestin.

- Ji bo Sûriyeyê avakirina dadgeheke taybet were xwestin.

- Cîbicîkirina biryarên Konseya Ewlehiyê yên derbarê şopandina serkirdeyên rêxistinên terorîst de were şopandin.

- Berdana girtiyan û kesên bi zorê hatine windakirin were misogerkirin.

- Ji bo lêkolînkirina dosyeya kesên wendayî desteyeke serbixwe were avakirin.

- Fermanberên ku bi awayekî neheq ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe û wekhevî were misogerkirin.

- Dosyeya regeznameyê were kontrolkirin û rê li ber guhertina demografîk û koçberkirina bi zorê were girtin.

Konseyê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku sîstema federal a yekgirtî ji bo avakirina dewleteke medenî, demokratîk û aram forma herî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst