Li Laziqiyê xwepêşandanek ji bo piştevaniya Rûsya birêve çû

29-03-2022
RÛDAW
Li Laziqiyê xwepêşandanek ji bo piştevaniya Rûsya birêve çû
Li Laziqiyê xwepêşandanek ji bo piştevaniya Rûsya birêve çû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Rûsya û Ukrayna li wî welatî berdewam dike, li Sûriyê jî piştevanî ji bo Rûsya tê ragihandin.

Li bajarê Laziqiyê yê berava Sûriyê, bi sedan kes kombûn û di xwepêşandanekê de piştevaniya xwe ji bo Rûsya diyar kirin.

Li bajarê Laziqiyê yê Sûriyê, roja Sêşemê xwepêşandaneke piştgiriyê ji bo Rûsya hate birêvebirin. Xwepêşander alîgirên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bûn, lewma bi nerîna wan, Rûsya di operasyona xwe de li dijî Ukrayna xwedî maf e.

Xwepêşander Ramiz Şehrûr got: “Îro em hatine hevsoziyê ligel Rûsyaya Federal bikin, di bijardeyên wê yên stratejîk ên rast de, ku niha di şerê xwe de li dijî Ukrayna dike, li dijî mihwerê impiryalî ku wê bandor li ser Rûsya û aramiya hemû cîhanê kiriba."

Beşdarbûyên xwepêşandana Laziqiyê, ku ser bi hikûmeta Sûriyê bû, hevsoziya xwe ji Rûsyayê re nîşan da.

Endamê Encûmena Parêzgeha Laziqiyê Hesen Jureya jî got: “Divê em li kêleka birayên me yên Rûs, helwesta yekzilamî rawestin, û her em ê rawestin û em ê ligel wan li ser xaka Rûsyayê şer bikin, weke çawa ku wan li operasyona taybet li Ukrayna şer kir û weke çawa ku wan ligel me şerê jinavbirina teror kir, li welatê me Sûriyê.”

Roja 9 Adarê jî, li Beyrûta paytexta Lubnanê xwepêşandaneke piştgiriya Ukrayna hate birêvebirin, ku tê de xwepêşanderan silogan û durişmên li dijî Rûsya bilind kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst