Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser diyar kir ku 46 malbat ji kampa El Erişê hatine derxistin û ji bo herêmên xwe yên resen hatine şandin.
Desteya Kar û barên Civakî û Kedkaran û Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweser diyar kir ku îro koma heştemîn a koçberan ji kampa El-Erişê hatine derxistin û ber bi deverên wan ên resen ên li kantona Dêreorê hatine şandin.
Li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya Xweser, ev gav tê avêtin da ku vegera kesên koçberkirî yên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin deverên xwe yên resen hêsantir bibe.
Li gorî daxuyaniyê koma heştemîn ji 46 malbatan pêk tê ku bi giştî 193 kes in ku ji aliyê Rêveberiya Kampa El-Erişê ve hatine şandin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser d dê komên nû yên malbatên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin deverên xwe dê bên şandin.
Kampa El-Erişê 25 kîlometreyan li başûrê bajarê Hisîçayê ye û yek ji mezintirîn kampên li herêma Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Bi hezaran koçber lê dimînin ku piraniya wan ji Dêrezorê û deverên din ên navend û rojhilatê Sûriyeyê ne û di salên borî de ji ber şer û operasyonên leşkerî koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse