Jineke li Enqereyê: Trump bavê min e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Necla Ozmen Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke 55 salî ya li Enqereyê, bi îdiaya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bavê wê yê biyolojîk e, doza bavîtiyê vekir.

Li gorî nûçeya ÎHAyê , jina bi navê Necla Ozmen dixwaze testa DNAyê were kirin û dibêje, "Ez dixwazim bavê min li min xwedî derkeve."

Necla Ozmena 55 salî ku li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê dijî, serî li Dadgeha Malbatê ya Enqereyê da û doza bavîtiyê li Donald Trump vekir.

Necla Ozmen îdia dike ku dayika wê ya rastîn welatiyeke Amerîkayî ya bi navê Sofya bûye û sala 1970yî bi Donald Trump re pêwendiya wê hebûye.

"Malbata min axifî"

Necla Ozmenê diyar kir ku dema ew pitik bûye, dayika wê ew daye malbateke Tirk û ew li Enqereyê mezin bûye.

Li gorî gotina wê, malbata ku ew mezin kiriye sala 2017an dema Trump di televizyonê de dîtiye, jê re gotiye, “Bavê te yê rastîn ev e."

Ozmenê destnîşan kir ku kesê ew mezin kiriye berê li NATOyê wezîfedar bûye û bi rêya wî dayîka wê û Trump hev nas kiriye.

Dadgehê doz red kir

Doz li 27emîn Dadgeha Malbatê ya Enqereyê hat dîtin lê dadgehê bi hinceta "kêmasiya belgeyan" doz red kir.

Li ser vê yekê Necla Ozmenê serî li Dadgeha Îstînafê da.

Her wiha bi rêya Balyozxaneyê daxwaznameyek ji dadgehên Amerîkayê re jî şand da ku doz li wir jî were şopandin.

"Ez pir dişibim wî"

Necla Ozmenê bal kişand ser şibandina fîzîkî ya di navbera xwe û Trump de û got:

"Ez ji aliyê rû û çavan ve pir dişibim wî û keça wî. Ez dixwazim ku testa DNAyê were kirin.

Înşallah derkeve ku bavê min e, daxwaza min ew e ku ez rû bi rû bi wî re bicivim.

Ez dixwazim em wekî malbat hev nas bikin.

Dixwazim ew û xwişk û birayên min li min xwedî derkevin û min di nava malbata xwe de qebûl bikin."

Heta niha ji aliyê Donald Trump an jî rayedarên Amerîkayê ve ti bersiv ji bo vê îdiayê nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst