Hewlêr (Rûdaw) - Dema hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar bû. Erdogan roja Pêncşemê 5ê Adarê bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê diçe Moskowê û rûbirû ligel Putin dicive.
Erdogan çend roj berê ragihandibû ku li ser lûtkeya çar alî ya bi beşdarbûna Almanya û Fransayê lihevkirin çênebûye lê egereke zêde heye ku 5ê Adarê rûbirû ligel Putin bicive. Piştre Kremlînê ragihand ku hevdîtineke wiha di rojeva Putin de nîne. Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov gotibû: “5ê Adarê planên din ên Putin hene.”
Li gor medya Tirkiyê, piştî van daxuyaniyan niha dema hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar bû. Erdogan roja Pêncşemê 5ê Adarê bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê diçe Moskowê.
Piştî kuştina 36 leşkerên Tirkiyê li Idlibê di êrîşeke artêşa Sûriyê de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê ligel Serokomarê Îranê Rûhanî, Serokomarê Fransayê Macron, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Michel û Rawêjkara Almanyayê Merkel axifî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse