Tirkiye û Ermenistan dest bi bazirganiya rasterast dikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Tirkiye Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî ragihand ku amadehiyên burokratîk ên ji bo destpêkirina bazirganiya rasterast a di navbera Tirkiye û Ermenistanê de temam bûne.

Once Keçelî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de da zanîn ku bi saya rêziknameya nû êdî tiştekî nû pêkan e.

Bi gotina Keçelî êdî xala dawî ya gihîştin an jî derketina wan kel û pelên ku ji Tirkiyeyê di ser welatekî sêyem re diçin Ermenistanê, wekî "Ermenistan/Tirkiye" tê nivîsandin.

Her wiha kel û pelên ku bi heman rêyê vedigerin jî dê bi heman awayî bên nivîsandin.

Xebatên ji bo vekirina sînor didomin

Keçelî her wiha destnîşan kir ku xebatên teknîkî û burokratîk ên ji bo vekirina sînorê hevpar ê her du welatan hîn jî didomin.

Pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê sala 2021an bi erkdarkirina nûnerên taybet dest pê kiribû.

Ev pêvajo bi civîna 28ê Nîsanê ya li Qersê derbasî qonaxeke nû bû.

Tirkiye û Ermenistanê ji bo nûkirin û karkirina bilez a xeta rêya hesinî ya Qers-Gumruyê gaveke nû û şênber avêt.

Divê were gotin ku ev xeta navborî ji sala 1993yan ve girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst