Sendîkaya Karkeran: Zêdeyî 12 milyon jin ne fermî kar dikin

01-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DISK) ragihand ku zêdeyî 12 milyon jin ne fermî tên xebitandin û karkerên mêr %27,4 zêdetirî  jinan qezenc dikin.

Daîreya Lêkolînên Giştî ya Kar ser bi Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DISK) raporta xwe ya bi navê “Li Tirkiyê Keda Jin” eşkere kir.

Li gor raportê ji her 10 jinan 3 jin ne fermî kar dikin û ev jî tê wateya zêdeyî 12 milyon jin ne fermî tên xebitandin. Li gor lêkolînê karkerên mêr %27,4 zêdetirî  jinan qezenc dikin û 13,3 milyon jin jî ji ber bê berambêr kar dikin nikarin li cihekî din bi xebitin.

Li gor amarên raportê di nav kar de rêjeya newekhevbûna zayendan li welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 10 û li Tirkiyê ev rêje ji sedî 39,1 e. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya mêran a beşdarbûna kar %63,5 e û rêjeya jinan %29 e. Tê wate li Tirkiyê beşdarbûna jinan bo sektora kar ji nîvê rêjeya  mêran kêmtir e.

Li gor raportê rêjeya beşdarbûna sendîkayan a jinan jî li gor a mêran kêm e û ji her 10 jinan yek kes li sendîkayê tomarkiriye. Di beşa karên giştî de rêjeya karkerên mêr ên di sendîkayê de tomarkirî %22 e û rêjeya jinan jî %8 e.

Di raportê de bi armanca başkirina rewşê di gelek xalan de nêrîn hatine diyar kirin. Bi taybet amaje pê hatiye kirin ku divê bi armanca tomarkirina jinên karker yên ne tomarkirî polîtîkayên hikûmetê bên cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst