Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di 28ê Gulanê de gera duyem a hilbijartina serokomariyê hat lidarxistin. Li gor encamên teqez Serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan dîsa wek serokomar hat hilbijartin. Tê çaverêkirin ku Erdogan roja Şemiyê sond bixwe.
Erdogan piştî ku dest bi wezîfeyê kir, divê kabîneya nû eşkere bike. Her çend di paşperdeyê de derbarê kabîneya wezîran dê kengê bê eşkerekirin de zanyariyên cuda hebin jî, rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî û Ahmet Hakan duh di weşana zindî de zanyariyên nû derbarê bernameya Erdogan de parve kirin.
Abdulkadîr Selvî diyar kir ku ji bo Serokatiya Parlamentoyê behsa navê Endamê AK Partiyê Numan Kurtulmuş tê kirin û da zanîn ku navê Kurtulmuş piştî hevdîtina Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derket pêş.
Selvî anî ziman dibe ku du cîgirên serokomar hebin û got: “Kesek dê bibe berpirsê aboriyê. Navê Mehmet Şîmşek derdikeve pêş. Di hişê Mehmet Şîmşek de çend pirs hene. Dibe ku ew hevdîtineke nû bike. Mehmet Şîmşek dê di rêveberiya aboriyê de be. Ji bo Wezareta Bazirganiyê behsa Lutfu Elvan û ji bo Wezareta Xezîne û Darayiyê behsa Cevdet Yilmaz tê kirin.
“Parlamenter dê îstifa nekin”
Ahmet Hakan herwiha eşkere kir ku kabîneya nû li ku û kengê dê ji raya giştî re were ragihandin.
Hakan got: “Serokomar Erdogan dê saet 14:00an li parlamentoyê sond bixwe. Saet 15.00 dê biçin Anitkabîrê. Ji wê derê dê ligel leşkerên siwarî derbasî Kulliyeyê bibe. Saet di 17.30 de li Kulliyeyê merasîmek tê lidarxistin. Ew dê saet 20:00ê li Qesra Çankayayê bi serokên dewletên cîhana Tirk re şîvê bixwin. Kabîneya wezîran dê saet 22:00ê li Qesra Çankayayê bê eşkerekirin.”
Selvî herwiha got: “Wezîr duh ji civîna kabîneyê bi moraleke nebaş derketin. Birêz Serokomar gotiye, 'Ji ber rîskên di komîsyonan de dê parlamenter îstifa nekin û em dê bi hevalên xwe yên nû re rêya xwe bidomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse