Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê tê çaverêkirin ku beriya sersalê dengdan li ser "Paketa Darazê ya 11an" were kirin û were pesendkirin.
Bi ketina meriyetê ya yasaya nû re, tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin.
Paketa ku serê vê mehê li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê hatibû qebûlkirin 23, 24 û 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an tê rojeva Lijneya Giştî ya Parlamentoyê.
Guhertina di yasaya înfazê de
Li gorî yasaya nû, ew girtiyên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine (ji bilî “sûcên terorê”, kuştina bi zanebûn, destdirêjî û hwd.) dê 3 salan zûtir ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin.
Yên ku niha li girtîgehên nîvvekirî ne jî dê bi şertê kontrola dadî 3 salan zûtir bên berdan.
Cezayê kîjan sûcan zêde dibe?
Di paketê de ji bo hinek sûcan cezayên girantir tên pêşbînîkirin:
Bikaranîna zarokan: Di sûcên rêxistinkirî de eger zarok wekî amûr werin bikaranîn, cezayê birêvebirên rêxistinê dê ji nîvî heta qatekê were zêdekirin.
Çekên teqteqok: Kesên ku bi çekên teqteqok "bi zanebûn metirsiyê li ser ewlehiya giştî çêbikin", dê ji 6 mehan heta 3 salan cezayê girtîgehê bixwin.
Birîndarkirina ji ber xemsariyê: Sînorê jêr ê cezayê vî sûcî ji 3 mehan derdikeve 4 mehan, sînorê jor jî ji salekê derdikeve 2 salan.
Astengkirina trafîkê: Ji bilî revandin û rawestandina wesayîtan, astengkirina tevgera wesayîtên veguhestinê jî dê were cezakirin.
Hinek deyn tên jêbirin
Paket ji bo welatiyên ku deynê Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) li ser wan heye xebereke xweş dide.
Ew deyn, ceza û faîzên Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) yên ku aidî beriya 1ê Kanûna Paşîn a 2016an in û hîn nehatine dayîn, dê bên jêbirin (betalkirin).
Guhertinên din ên di paketê de
Sûcên înternetê: Kesên ku mafên wan ên kesane ji ber naverokên înternetê hatine binpêkirin, dikarin ji bo rakirina naverokê serî li dadgeha sulhê bidin.
Tawanbarên nexweş: Kesên ku nexweşiya wan a derûnî hebe û sûcekî ku cezayê wî "muebet/heta hetayê" e kiribe, divê herî kêm salekê; eger cezayê sûc ji 10 salan zêdetir be, herî kêm 6 mehan di girtîgehê de bimînin.
Sûcên gendeliyê: Dozên gendelî û sextekariyê dê êdî li Dadgehên Cezayê yên Asliyeyê werin dîtin.
Wekî din jî;
- Daîreyên ceza yên dadgehên îstînafê yên herêmî dema rewşeke li dijî yasayê hebe dê karibin biryarên dadgehên asta yekem betal bikin.
- Pêşkêşkerên berheman û yên berpirsiyarê pêşkêşkerên naverokan ên ku pêbendî biryaran nebin, dê ji 1,000 heta 5,000 rojan bi cezayê pereyên edlî werin cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse