Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê di çarçoveya hevdîtinên xwe de ji AK Partî û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê civan xwest.
Piştî ku komîsyona taybet a li Parlamentoya Tirkiyeyê guhdarîkirin qedand û derbasî qonaxa raporê bû, Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî dest bi gera li nav partiyan kir û ji AK Partî û Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir.
Sibê bi Davutoglu re dicivin
Her wiha şande dê sibê (16ê Kanûna Pêşîn) demjimêr 10:00an li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglu re bicive.
Hevdîtina ku dihat plankirin sibê di navbera şandeyên CHP û DEM Partiyê de bê kirin jî hat bipaşxistin.
Hevdîtina bi Bahçelî re
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê rojên borî bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyabû.
Endama şandeyê Pervîn Buldan û Devlet Bahçelî piştî civînê daxuyanî dabû çapemeniyê.
Pervînê diyar kiribû ku di pêvajoyê de derbasî "qonaxa duyem" bûne û banga "Yasaya Aştiyê" kiribû.
Devlet Bahçelî jî ji bo daxuyaniyên Buldanê gotibû, "Ez îmzeya xwe diavêjim binê her hevoka Pervîn Xanimê."
Di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse