Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi îdiayên “gendelî di îhaleyan de” û “sextekariyê” tevî 120 kesî hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, li ser îdiaya ku şirketa IZBETONê ya girêdayî şaredariyê ye gendelî kiriye lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de bi heman îdiayan derbarê 157 kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Hat ragihandin ku îro di operasyonekê de, tevî Tunç Soyer, Serokê Rêxistina CHPyê ya Îzmîrê Şenol Aslanoglu û hinek birêvebirên şaredariyê bi giştî 120 kes hatin desteserkirin.
Her wiha ji bo binçavkirina kesên din jî operasyon berdewam dike.
Alîkarê Serokê Koma CHPyê Alî Mahir Başarir li ser medyaya civakî postek belav kir û da zanîn ku ev lêpirsîn rasterast operasyoneke siyasî ye.
CHP: Ev operasyoneke siyasî ye
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Murat Bakan jî li ser Xê derbarê operasyonê wiha got:
"Em îro jî bi operasyoneke berbangê hişyar bûn. Li Îzmîrê, şaredarê me yê berê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, burokratên payebilind ên wê demê û serokê me yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu berbangê hatin desteserkirin.
Em bi pêvajoyeke mîna ya Stenbolê re rû birû ne. Dema mirov li navên kesên ku hatine desteserkirin dinêre, tê dîtin ku îdiayên derbarê wan de, ew mijar in ku demeke dirêj e di raya giştî de tên axaftin, gelek caran hatine eşkerekirin lêpirsîn li ser wan hatiye kirin an jî di qada siyasî de hatine nîqaşkirin.
Gumana revê tune ye. Navnîşanên van kesan diyar in, ew kes in ku her roj li ber çavê gel in. Eger ji bo îfadeyê gazî wan bihata kirin, helbet dê biçûna."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse