Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî piştî Girtîgeha Edirneyê, vê carê li ber Girtîgeha Silivriyê ya li Stenbolê daxuyaniyeke hevpar da.
Partiyan bang kir ku ji bo "pêvajoyê" gavên lezgîn û şênber werin avêtin, biryarên Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin bicihanîn û girtiyên siyasî demildest werin berdan.
Partiyên siyasî îro piştî daxuyaniya li ber Girtîgeha Edirneyê ya ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçuk Mizrakli lê girtî ne, çûn ber Girtîgeha Silivriyê (Girtîgeha Marmarayê) ku Can Atalay, Tayfun Kahraman û Osman Kavala lê girtî ne.
Wekî li Edirneyê, li Silivriyê jî parêzeran hevdîtin li gel girtiyên siyasî kirin. Piştî hevdîtinan li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn.
Kîjan partî beşdar bûn?
CHP, DEM Partî), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Partiya ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Çep a Kesk bi berdevk, serok, hevserok û nûnerên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn.
"Em gava yekem a şênber dixwazin"
Di daxuyaniyê de cara yekem Serokê Giştî yê EHPyê Hakan Ozturk axivî.
Ozturk tiştên ku zêdetirî salekê ye di çarçoveya pêvajoyê de tên kirin bi bîr anî û got:
"Ji bo ku di vê mijarê de bipaşveçûn çênebe û ji bo em karibin ji cihekî dest bi aştiyê bikin, em dixwazin gava yekem a şênber were avêtin.
Gel êdî li benda gavên şênber e. Em bi gefên curbicur ên li dijî aştiyê re rû bi rû ne.
Ji bo em vê ji holê rakin divê gaveke girîng were avêtin. Rêya paşveçûnê dê bi van gavên girîng were girtin. Divê em bi ser bikevin. Dadgehên bilind, Dadgeha Destûrê û DMMEyê di berjewendiya hevalên me yên girtî de biryar dan.
Pêwîst e ev biryar werin bicihanîn. Gava şênber û zelal a ku em qal dikin ev e.
Eger ev pêk were dê Demîrtaş, Yuksekdag, Mizrakli û girtiyên Geziyê azad bibin.
Ev dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe nûçeyeke gelekî erênî.
Helbet piştî vê jî divê ji bo hemû kesên ku neheqî li girtîgehan in, yaseyên pêwîst werin derxistin.
Divê yaseyên ji bo aştiyê yek bi yek werin derxistin.”
"Dev ji van kiryarên nedemokratîk berdin"
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî bi bîr anî ku wan serê sibehê li ber Girtîgeha Edirneyê daxwaza "edaletê" kiriye û got:
"Em dibînin ku terazûya edaletê xera ye. Her tim alîgiriya pergalê û desthilatê dike. Biryarên Dadgeha Destûrê û DMMEyê nayên bicihanîn.
Nêzîkî ji sedî 80yê civaka Tirkiyeyê bawer nake ku edalet pêk were. Çimkî em dibînin ku Demîrtaş bi awayekî neheq û keyfî di girtîgehê de ye.
Mizrakli bi salan e girtî ye. Li Silivriyê Can Atalay, Tayfun Kahraman û hevalên me yên din girtî ne.
Em her sibe bi operasyonên nû şiyar dibin. Em dibînin ku kujerên Gulistan Dokuyê 6 sal in çawa tên veşartin.
Em dizanin kesên ku xweza û hawîrdora xwe diparêzin çawa tên girtin.
Em sendîkavanên ku ji ber parastina mafên karkerên destqutbûyî hatine girtin dizanin.
Daxwaza me ew e ku edaleta rast pêk were, hûqûq bixebite û yasa ji bo her kesî wekhev be.
Daxwazên me yên edalet, azadî û demokrasiyê daxwazên ku em ê ti carî dev jê bernedin in.
Rêhevalên me, hevalên me mixabin ji ber vê li girtîgehan in.
Binêrin Parêzer Selçuk Kozagaçli di girtîgehê de ye lê kesên ku li Somayê 301 karker qetil kirin li derve ne.
Demîrtaş jî, Kozagaçli jî, Atalay jî, Mizrakli jî girtiyên siyasî ne.
Eger em aştiyê dixwazin, em daxwaz dikin ku hemû hevalên me yên girtî bêyî emma û feqet werin berdan.
Bêyî van ne mimkin e ku mirov qala asayîbûnê bike. Desthilatdarî her sibe bi operasyonan asayîbûnê pêk nayîne.
Banga me ji desthilatê re ev e; hê derfet heye, dev ji van kiryarên nedemokratîk û binpêkirina hûqûqê berdin û demildest hevalên me serbest berdin."
"Divê binpêkirina mafan bi dawî bibe"
Alîkara Serokê Giştî ya CHPyê Gul Çîftçî jî wiha axivî:
"Welatê me demeke dirêj e di bin zexteke giran re derbas dibe ku bi destê daraza siyasî tê birêvebirin.
Salonên dadgehan ji cihê pêkanîna edaletê hatine derxistin û veguherîne navendeke ku rikberiya siyasî tê tepeserkirin, serkeftina hilbijartinê tê cezakirin û gef li civakê tê xwarin.
Di vê pergalê de, tê xwestin ku demokrasî bi awayekî sîstematîk were tinekirin.
Desthilat dixwaze mixalefeta ku nikare di sindoqan de têk bibe, bi destê darazê bêdeng bike.
Desthilata ku di çavê gel de temenê wê yê siyasî ji mêj ve qediyaye, ji bo hebûna xwe bidomîne, eşkere dixwaze rejîmeke darbeyê bixe meriyetê.
Ji ber vê yekê, ev daxuyaniya ku em îro li ber girtîgehan didin, di heman demê de banga xwedîderketina li îradeya gel û sindoqê ye.
Divê binpêkirina mafan a ku bi salan e didome bi dawî bibe. Divê dev ji bikaranîna darazê wekî amûrekê were berdan.
Ev dengê ku li vir bilind dibe, di heman demê de banga têkoşîneke hevpar e."
"Ne dibe ku aliyek darizandinan bike û aliyê din li ser maseyê rûnê"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku paşeroja Tirkiyeyê li girtîgehan nayê avakirin û ev tişt gotin:
"Paşeroja Tirkiyeyê li salonên dadgehên Sîncanê, Silivriyê û li Girtîgeha Edirneyê nayê avakirin.
Eger em dê ji bo vî welatî paşerojekê ava bikin, divê kesên di girtîgehan de azad bin.
Ne girtîgeh, aştî, hûqûq û edalet ji vî welatî re lazim e. Beşeke mezin a civaka Tirkiyeyê di mijara edaletê de bêbawer e.
Hilbijêr hildibijêre, ew diavêjin zindanê. Dişîne meclisê, kelepçeyê li destê wî dixin. Fikrê xwe dibêje, dişînin girtîgehê.
Ez bangî desthilatê dikim; hûn bi van tiştan nikarin encamê bi dest bixin.
Bekîr Kaya 10 sal in li Silivriyê girtî ye lê gelê Wanê dev jê berneda û di hilbijartinan de 14 şaredarî jî bi dest xist.
Eger hûn difikirin ku bi girtina hilbijartiyên Stenbolê dikarin îradeya Stenbolê biguherînin, hûn şaş in.
Divê demildest di warê edalet, hûqûq û demokrasiyê de ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye gav werin avêtin.
Divê biryarên DMMEyê demildest werin bicihanîn û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay, Osman Kavala û Tayfun Kahraman serbest werin berdan.
Divê werin berdan da ku civaka Tirkiyeyê bi ciddiyet û samîmiyeta vê pêvajoya aştiyê bawer bike.
Ne dibe ku aliyek li girtîgehan darizandinan bike û aliyê din jî li ser maseyê rûnê. Kes bi vê yekê bawer nake.
Êdî pêdiviya welêt bi asayîbûneke demokratîk heye. Heta ku hevalên me serbest werin berdan em dê têkoşîna xwe bidomînin."
"Kujer dê li Enqereyê bigerin lê..."
Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş jî anî ziman ku çawa siyasetmedarên ku têkoşîna mafan dikin li girtîgehan tên ragirtin û got:
"Desthilat ji me re dibêje, 'Em dixwazin vî welatî bikin girtîgeheke mezin û wisa birêve bibin.'
Em li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin û bangî hemû welatiyan dikin ku li hemberî vê zordarî, çetetî û barbarîzmê dengê xwe derxin.
Di tîrmehê de li Tirkiyeyê dê lûtkeya NATOyê were lidarxistin.
Kesên ku bi piştgiriya Îsraîlê piştevaniya komkujiya Xezeyê dikin, yên ku gelê cîran Îranê bombebaran dikin, yên ku li Venezuelayê serokê dewletê revandine, dê werin Enqereyê.
Ev desthilat dê xalîçeya sor ji wan re raxe. Planên nû yên şer dê werin kirin.
Çete, barbar, kujer dê li Enqereyê bi rehetî bigerin, lê hûn dê zarokên vî welatî yên ku aştiyê dixwazin li girtîgehan heps bikin. Ev tiştekî nayê qebûlkirin."
"Mesele ne hûqûqî ye, siyasî ye"
Endama Lijneya Berdevkan a TOPê Juliana Gozenê jî got, "Kesên ku îradeya gel temsîl dikin di girtîgehan de ne.
Lê çawa ku gelê Wanê yê ku qeyûm lê hatibû danîn li ber xwe da, Amed, Mêrdîn û Stenbol jî li ber xwe didin û em dîwarên tirsê yên ku hewl didin ava bikin, dirûxînin.
Em daxwaza xwe ducare dikin ku biryarên Dadgeha Destûrê û DMMEyê werin bicihanîn, şaredarên ku bi qeyûman ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse