Krîza karîkaturê Pêxemberê Îslamê: 'Li vî welatî rêz ji tiştekî re nemaye'

01-07-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Karikaturê Lemanê û welatî /Wêne: Rûdaw Grafîk
Karikaturê Lemanê û welatî /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Tirkiye Karîkatur Pêxemberê Îslamê LeMan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê kovareke mîzahî bi karîkatêreke xwe bû sedema ragêşî û aloziyeke mezin.

Bi îdiaya ku Hz. Mihemed wekî karîkatûr hatiye xêzkirin li Stenbolê çalakiyên metirsîdar bi rê ve çûn.

Yek ji kovarên herî mezin ên mîzah û karîkatûran Kovara LeManê di hejmara xwe ya dawîn de ji bo ku balê bikêşe ser şerê Îsraîl û Filîstînê du kes xêz kirine ku navê yekî Mihemed yê din jî Mûsa ye.

Li ser vê hin derdorên tundrew bi hinceta ku Hz. Mihemed wekî karîkatûr hatiye xêzkirin daketin kolanan û xwestin êrişî avahiya LeManê ya li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê bikin.

4 karîkaturîst hatin desteserkirin û derdora avahiya kovarê bi bendên hasinî hat dorpêçkirin. Gef û alozî berdewam dike.

"Divê vê mijara karîkaturan zêde mezin nekin"

Xwendekar Metehan Çelîksoy nêrînên xwe yên li ser karîkaturê wiha anîn zimên:

"Bi ya min divê vê mijara karîkaturan zêde mezin nekin. Rast e dibe ku hûn ne endamê olekê bin.

Lê eger hûn rabin heqaretê li endamên olekê bikin ew dê bibe sedema ragêşiyê û ya ku ew dixwezin jî ev e."

"Divê meriv hin tiştan biparêze"

Malnişîn Gultekîn Yildiz jî got, Ew mijar diyar e li berjewendiya gelek kesan hatiye. Niha bi kar tînin.

Ez nizanim bi çi armancê hatiye xêzkirin lê eger pêxember xêzkiribin, nabe. Divê meriv hin tiştan biparêze."

Piştî ku bûyer mezin bû bi hinceta ku ku remzên olî biçûk xistine û heqaret li pêxember kiriye li hemberî LeManê operasyon hat kirin û 4 karîkaturîst hatin destgîrkirin.

Kovar dide zanîn ku ew xêzekarekter ne Hz Pêxember lê kesên ji rêzê ne û tenê navên wan ên pêxemberan in.

Lê mijar bi vê nema û Taksîm bi temamî hate dorpêçkirin û hemû cor çalakî jî hatin qedexekirin.

Li hêla din ji gelek wezîr û payebilindên dewletê jî peyamên tund ji bo vê kovara qerfî hatin dayîn.

"Divê planeke stratejîk û siyasî bê amadekirin"

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di gotara koma partiya xwe de bertekên tund nîşanî LeManê dan.

Devlet Bahçelî kovar şermezar kir û wiha bang kir:

Di kovareke ku wekî hevtayên xwe yên biyanî wêşanê dike de êriş li hemberî pêxemberê me hatiye kirin. Ez vê bi nefret şermezar dikim.

Divê li hemberî van nêrînên ku heta nava welatê me niqutîne, planeke stratejîk û siyasî bê amadekirin. Ez vê girîng dibînim."

Welatiyê bi navê Zafer Denk wiha axivî, "Bi ya min ew gelekî xelet e.

Li welatekî ku ji sedî 99ê wê misilman bin divê tiştên wiha tehrîkkar neyêne kirin. Ez ji bo her du aliyan jî dibêjim."

Welatî Asli Tekînê karîkatura xêzkirî wekî heqareta li pêxember bi nav kir û got:

"Ma heqaret li pêxember dibe. Çawa heqaretê em qebûl bikin. Ez wan şermezar dikim û naxwazim tiştekî bêjim."

"Li vî welatî rêz li hemberî tiştekî nemaye"

Hîlal Kendîrê got, "Li vî welatî rêz li hemberî tiştekî nemaye. Tişta ku hatiye kirin gelekî xelet û bê rêzî ye.

Hîlal Taşê wiha anî ziman, "Mixabin bêrêzî hatiye kirin. Em şermezar dikin û bi tundî dijberê vê yekê ne.”

Kovara LeManê ku tam 40 sal in heftane wêşanê dike gelek caran ji bo piştgiriya Filistînê manşet û bergên balkêş çekiribûn.

Kovara ku heta niha gelek caran hatiye girtin, li ser mijara dawîn berdewam dibe armanca gefên kiştin û şewitandinê yên derdorên oldar ên tundrew.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst