DEM Partiyê pêşniyarên xwe yên li ser ‘Komîsyona Pêvajoyê’ radestî Kurtulmuş kirin

01-07-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, derbarê komîsyona ku biryar e ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin pêşniyarên partiya xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kirin.

Serokwekîla Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku ji bo wan a herî girîng ew e ku komîsyon bilez were avakirin û dest bi xebatên xwe bike.

Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz îro li Parlamentoya Tirkiyeyê çûn serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş.

Şandeya DEM Partiyê pêşniyarên partiya xwe yên li ser Komîsyona Parlamentoyê ku biryar e ji bo çavdêrî û serpereştiya pêvajoya çareseriyê were avakirin, pêşkêşî Kurtulmuş kirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştî hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re li ser naveroka civînê û pêşniyaran pirsên rojnamegeran bersivandin.

Koçyîgîtê diyar kir ku wan pêşniyarên xwe hem bi nivîskî hem jî bi devkî pêşkêş kirine û got:

“Ji bo me gelekî girîng e ku ev komîsyon bilez bê avakirin û havînê jî li ser xebatên xwe berdewam be.

Divê em vê pêvajoyê bikin malê parlamentoyê û civakê.

Her wiha divê em mekanîzmayên wisa ava bikin ku beşdariya hemû siyasetê, bi taybetî jî ya mixalefetê bi awayekî herî bi bandor misoger bikin.”

Li ser hejmara endamên komîsyonê jî Koçyîgîtê anî ziman:

“Hejmareke di navbera 35-40 de ji aliyê hemû partiyan ve wekî hejmareke maqûl tê qebûlkirin.

“Divê komîsyon ji beşdariya civakê re vekirî be”

Em bawer dikin ku piştî pêşniyarên hemû partiyan bên pêşkêşkirin dê li ser vê mijarê lihevkirinek çêbibe.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê li ser naveroka pêşniyarên xwe yên derbarê komîsyonê da zanîn:

“Divê komîsyon ji beşdariya civakê re vekirî be. Weqf, komele, baro, rêxistinên jinan û akademîsyen bikarin tê de cih bigirin.

Ya herî girîng, divê bingeheke yasayî û garantiyeke hiqûqî ya komîsyonê hebe.

Divê bikare ji bo guhertinên yasayî pêşniyaran bike.

Xala herî girîng ji bo me ew e ku hemû mixalefet û koma desthilatê li ser avakirina komîsyonê xwedî heman nêrînê bin û ev yek ji bo me gelekî erênî ye.”

Derbarê dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp  Erdogan û serokên partiyên din re jî Koçyîgîtê got:

“Hîm dem zelal nebûye. Hevdîtina ligel Birêz Serokkomar dê li gorî bernameya wî diyar bibe, dê ew me û Heyeta Îmraliyê agahdar bike.

Li gorî dema wê hevdtîtinê dê hevdîtinên din (hevdtînên li gel Serokê MHP û CHPyê) jî bên plan kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin