Malbata êrişkarê li Îzmîrê: Ji me re digot 'hûn kafir in'

08-09-2025
Nîşan Îzmîr Êriş Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata êrişkarê li Îzmîrê ragihand ku kurê wan di demên dawî de ketibû bin bandora malperên cuda û ji wan re digot, "Hûn kafir in."

Li navçeya Balçovayê ya Îzmîrê ciwanekî 16 salî êrişî navenda polîsan kir.

Di êrişê de 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê êrişê dest bi lêpirsînê kiriye.

 "Zarokekî tirsonek bû, em şok bûn"

Malbata êrişkar piştî bûyerê ji Seyhan Avşara ji Gerçek Gundemê re axivî û got:

"Kî dixwaze ku zarokê wan tiştekî wiha bike. Di demên dawî de kurê me diket malperên cuda.

Dayika wî ew tirsand. Got, 'Ez dê te ji polîsan re bibêjim'.

Di rojên dawî de ji me hemûyan re digot 'hûn kafir in'.

Tim nimêj dikir. Ew zarokekî tirsonek bû. Vê yekê em şok kirin.

Xwezî me polîs ji malperên ku ew diketê agahdar bikira.

Bila li telefona wî bisekinin. Dê derkeve holê ku bi kê re di nav têkiliyê de bûye."

Di dîmenên dema êrişê de tê dîtin ku êrişkar bi maskeya reş û çenteyekî tijî cebilxane çûye cihê bûyerê.

Di dîmenan de xuya dike ku piştî ku ji lingê xwe birîndar dibe, êrişkar ji çenteyê xwe bombeya dûxanê derdixe û diavêje.

Her wiha tê bihîstin ku êrişkar piştî ku birîndar dibe gelek caran dibêje "Allahû Ekber".

Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban jî ev agahî parve kirin:

"Kesê ku êriş kiriye xwendekarekî lîseyê yê 16 salî ye û li vê kolanê rûdine.

Heta niha ti qeydên wî yên sûc nîne. Ti qeydên wî yên desteserkirinê û îfadeyê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst