Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Balçovayê ya Îzmîrê bi çekan êrişî Qereqola Polîsan a Salîh Îşgorenê hat kirin.
Li gorî nûçeya NTVyê, di êrişê de 2 polîs hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.
Hat ragihandin ku rewşa polîsê birîndar giran e.
Êrişkar 16 salî ye
Hat destnîşankirin ku êrişkarê ku bi tivinga pompeyî êriş pêk aniye 16 salî ye.
Polîsan êrişkar desteser kir û li herêmê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin standin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse