Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Urebroyê yê Swêdê di êrişeke çekdarî de du kes birîndar bûn.
Li bajarê Urebroyê yê Swêdê roja îna borî, du kes li nêzîkî mizgeftekê rastî êrişeke çekdarî hatin û birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine yek ji wan Kurd e.
Polîsê Swêdê ragihand ku tîmên tenduristiyê her du kes veguhastinê nexweşxaneyê lê derbarê nasnameya wan ti hûrgilî nedane.
Polîsê Urebroyê dibêje ku bûyer bi şerê navbera komên tawankar ên Swêdê ve girêdayî ye û dosya wekî "hewldana kuştinê" tê lêkolînkirin, her çend heta niha kes nehatiye girtin.
Meha sibata îsal jî di bûyereke din a çekdarî de li heman bajarî, kesekî nijadperest gule li xwendekar û mamosteyên dibistanekê reşandibûn.
Di wê bûyerê de 10 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabû û hinek jî birîndar bûbûn. Wê demê jî yek ji birîndaran Kurdekî nişteciyê diyasporayê bû.
Şahid behsa bûyerê dikin
Du şahidên Kurd ku ji nêz ve bûyer dîtine, hûrgiliyên wê ji Rûdawê re vegotin.
Zêrevan Hocavayê yek ji şahidan ji Rûdawê re got:
"Derdora saet 01:00ê piştî nîvro bû, dema me nimêja înê xilas kir û em ji mizgeftê derketin, girseyeke mezin li ber deriyê mizgeftê kom bûbû.
Ji nişka ve kesekî dest bi gulereşandinê kir û guleyek yekser li kesekî ku bi regez Afrîkî bû ket û wî di cih de jiyana xwe ji dest da."
Zêrevan Hocava derbarê rewşa wî hevwelatiyê Kurd ê ku di bûyerê de birîndar bûbû û xelkê Dihokê ye, got:
"Rewşa tenduristiya birayê me yê Kurd pir baş e û ew saxlem e. Gule rasterast lê neketiye, belkî guleyek li erdê ketiye, pekiyaye û li piyê wî ketiye, loma birîna wî sivik e."
Şahidekî din ê Kurd ku di dema bûyerê de li cihê bûyerê bû, hûrgiliyên zêdetir ji Rûdawê re eşkere kirin û got:
"Dema em ji mizgeftê derketin, me dengê teqeyê bihîst. Me dît zilamek û du kesên din li erdê ketin.
Êrişkar reşik bû. Piştî bûyerê rewşeke pir bi tirs û tevlihev çêbû, kesî nedizanî çi bike û newêrîbû nêzîk bibe."
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, heta dema amadekirina vê nûçeyê, êrişkar nehatiye girtin.
Polîsê Swêdê dosyeyek bi navê hewldana kuştinê vekiriye ku ev yek wekî yek ji tawanên giran tê hesibandin û lêkolîn didomîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse