Lûtkeya Tirkiye-Îtalya-Lîbyayê dest pê kir

01-08-2025
RÛDAW
Nîşan Lûtke Tirkiye Îtalya Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya sêalî ya di navbera Tirkiye, Îtalya û Lîbyayê de li Stenbolê dest pê kir.

 Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro li Ofîsa Kar a Dolmabahçeyê mazûvaniya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe kir.

Rojeva sereke ya lûtkeyê pêşxistina pêwendî û hevkariya di navbera her sê welatan de ye.

Tê payîn ku di civînê de bihêzkirina hevkariyên di warê enerjî û petrolê de li Deryaya Spî û mijara koçberiya neyasayî were gotûbêjkirin.

Her wiha tê çaverêkirin ku rêkeftina sînordarkirina deverên desthilata deryayî ya ku sala 2019an di navbera Tirkiye û Lîbyayê de hatibû îmzekirin, ji nû ve bê nirxandin.

Hevkariyên aborî û hilberînan jî dê di nav mijarên civînê de bin.

Rûdanê herêmî û cîhanî, rewşa dawî ya Sûriyeyê, şerê Rûsya-Ukraynayê û pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re jî wekî mijarên din ên rojevê tên dîtin.

Her wiha li gorî agahiyan Erdogan dê di lûtkeyê de balê bikşîne ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û rewşa mirovî ya li herêmê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Bilind ê Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî beşdarî civînê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst