Stenbol (Rûdaw) - Bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ve, li Tirkiyê hin bername û çalakî tên lidarxistin. Di vê çaçroveyê de, Meclîsa Jinan a HDPê li Stenbolê panelek bi navê ‘Jin aştiyê diaxivin û diparêzin’ saz kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran û dayikên aştiyê ji Rûdawê re axivîn û gotin, divê êdi proseyekê nû ya çareseriyê dest pê bike û şer raweste.
Meclîsa Jinan a HDPê, li Stenbolê di çarçoveya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de, panelekê bi navê, “Jin li hemberî şer, talan, tecrîd û nîjadperestiyê aştiyê diparêzin” li dar xist. Di panela ku li Navenda Çandê ya Nazim Hikmetê ya li navçeya Şişliyê hat kirin de, hin rêveber û parlamenterên HDPê, Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê û hejmarek zêde jinên aktivist beşdar bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran, ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Di siyaseta şerî ya mêran de herî zêde jin û zarok dibin qurbanî.”
Ayşe Acar Başaran got: “ Îro em wek jinên li Tirkiyê; wek jinên Kurd, Tirk, Ereb, Elewî em li vê salonê, li ser aştiyê diaxivin. Ev şer bandorên herî giran dide ser jinan. Ji bo ku ev şer bê bidawîkirin û aştîyekê bi rûmet pêk were, lazim e em jin rol û mîsyona xwe bigrin ser milên xwe.”
Dayikên Kurd ên Aştiyê, ku ev 22 sal in ji bo pirsa Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin di nav hewl û xebatan de ne, banga aştiyê dikin û destnîşan dikin, divê êdi proseyekê nû ya çareseriyê dest pê bike û şer raweste.
Emîne, Dayika Aştiyê dibêje: “Dayik pir zor û zehmetiyan dîtine. Me ewladên xwe winda kiriye. Me malan xwe wêran kirine. Yanê ev dewlet me talan û tiraş kiriye. Lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Seba vê em dibêjin dayikên aştiyê. Aştî tiştekî xweş e yanê.”
Ew Dayika Aştiyê diyar dike: “Ez dibêjim heta ku 100 sal jî li dinyayê şer hebe, dîsa dawiya wê aştî ye. Rojekê bere rojekê bila vê xwînê bisekinînin. Em dayik in. Zarên Kurda be, Tirka be, esker be, polîs be; ê kîjan ji me be, dema li ber televîzyonê em kuştina wan dibînin kezeba me dişewite. Lewra em dayik in.”
Li aliyê din Zeynep Calıhana dayika Tirk ku ji bajarê Nigdeyê ye û zêdetirî 25 salan e li gel dayikên Kurd têkoşîna aştiyê dide, dibêje, “Divê hemû dayik û jinên Kurd û Tirk ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin”
Zeynep Calıhan wiha got: “ Ji ber şer zarokên me tên kuştin. Leşker jî, polis jî, gerilla jî zarokên me ne. Bila dayikên wan jî werin li gel me aştiyê bixwazin. Bila werin em bo demokrasî û aştiyê bixebitin. Em mane di hesreta aştiyê de. Niha 2 zarokên min di girtîgehê de ne. Em naxwazin bila tu kes bimre.”
Çalakvana mafên mirovan Derya Kap jî banga hevkariyê li hemû jinan dike da pêşengîyê ji bo pêkanîna aştiyê bikin.
Derya Kap tekez kir: “ Ez di vê baweriyê de me ku di proseyên aştiyê de divê jin zêdetir karibin rol bigrin û çalak bigrin. Him di mijara çareseriya pirsa Kurd de, him jî di mijara aktuel Efxanistanê de ez hevkarî û piştevaniya jinan pir girîng dibînim. Divê hemû jin; yanê jinên feminîst, jinên mihefezekar, jinên Kurd bi hev re têbikoşin. Ez bi dilsozî pê bawer im ku wê aştî bi destê jinan pêk were.”
Li Tirkiyê di salên navbera 2013 û 2015an di proseya aştî û çareseriyê de jin ji her carê zêdetir çalak bûn û li pêş bûn û di hemû gotin û vegotinên siyasî de jî wek duruşm dihat gotin, “bila êdî hêsir û rondikên dayikan rawestin.” Lê piştî ku proseya çareseriyê bidawî bû êdi kes guh neda bang, hawar û rondikên çavên dayikan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse