Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiveke tund da Ozgur Ozel û got, “Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di kongreya partiya xwe de gotinên wekî “Sendroma Stockholmê” û “evîndariya celadê xwe” bi kar anîbûn.
Hatîmogullariyê got, “Bikaranîna vê metaforê ji bo me, herî kêm têkçûna aqil e. Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Çanakkaleyê beşdarî “Civîna Civaka Demokratîk û Aştiyê” bû û di axaftina xwe de bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên di kongreyê de.
“Em celad jî gelekî baş nas dikin”
Hatîmogullariyê şibandinên “evîndariya celadê xwe” û “Sendroma Stockholmê” yên ku ji bo DEM Partiyê hatibûn kirin wekî “têkçûna aqil” bi nav kirin û biland:
“Bikaranîna metafora 'evîndariya celadê xwe' yan jî 'Sendroma Stockholmê' ji bo me, herî kêm têkçûna aqil e.
Em wekî DEM Partî nûnerên kevneşopiyeke şoreşger, sosyalîst û welatparêz in ku di dirêjahiya dîrokê de tevî hemû zextan bêyî ku bêzar bibin û bitirsin li ber xwe didin. Em celadan jî gelekî baş nas dikin.”
Hatîmogullariyê diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 1ê Çiriya Pêşîn a par ve “pêvajoyeke dîrokî” dest pê kiriye û destnîşan kir ku ew xebatên xwe yên ji bo civakîbûna aştiyê didomînin.
“Divê her kes dev jê berde”
Tulayê di axaftina xwe de li ser doza Kurdan ev nirxandin kirin:
“Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke sosyolojîk, civakî û aborî ye; pirsgirêka gelan e û şert e ku di vê çarçoveyê de nêzîkatî lê were kirin.
Dema ev pêvajo didome, bê guman me li çar aliyên Tirkiyeyê ji bo civakîbûna aştiyê xebat meşandin û em dê bimeşînin.
Divê her kes dev ji wê yekê berde ku Pirsgirêka Kurdan bixe paranteza terorê.”
Hatîmogullariyê çûna Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Îmraliyê bi rengê “dîrokî, biqîmet û girîng” nirxand û da zanîn ku pêvajoya heyî pêvajoyeke ku ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse