Hakan Fîdan û Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê civiyan

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hakan Fîdan Eniya Tirkmenî Hesen Turan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê Hesen Turan li Enqereyê civînek pêk anî.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê civîna Fîdan û Turan belav kiriye û gotiye:

“Wezîrê me Hakan Fîdan li Enqereyê Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê Hesen Turan pêşwazî kir.”

Tê gotin ku di civînê de behsa çend mijarên taybet ên girêdayî Îraq û herêmê hatiye kirin.

Bi taybetî jî gotûbêj li ser Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan ên Îraqê hatiye kirin ku roja 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan hatibûn kirin. 

Eniya Tirkmenî di wan hilbijartinan de ji tevahiya 16 kursiyên Kerkûkê 2 kursî bi dest xistibûn. 

Eniya Tirkmenî ya Îraqê tevgereke siyasî ya Tirkmenên Îraqê ye.

5ê Nîsana 1995an ji aliyê çend partiyên Tirkmen ve hat avakirin.

Li gorî bernameya wan, armanca Eniya Tirkmenî ew e ku Tirkmen zêdetir beşdarî pêvajoya siyasî ya Îraqê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst