Trump û Erdogan dê bicivin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Edogan Donald Trump Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê roja duşemê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re biaxive.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro piştî nimêja înê li Stenbolê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan diyar kir ku pêwendiyên wî yên bi serokên cîhanê re didomin û di demeke nêzîk de ew dê bi Trump re pêwendiyeke telefonî pêk bîne.

"Em dê li ser Rûsya û Ukraynayê biaxivin"

Erdogan li ser dema hevdîtinê û mijarên ku dê bên gotûbêjkirin ev agahî dan:

"Wekî hûn dizanin hevdîtinên min ên bi Birêz Putîn, Zelenskiy û serokên welatên Ewropayê re didomin.

Di vê navberê de, roja duşemê êvarî, bi saeta wir derdora çaran hevdîtineke me dê bi Birêz Trump re hebe.

Di vê hevdîtinê de em dê derfetê bibînin ku em li ser mijarên di navbera Rûsya û Ukraynayê de û her wiha mijarên Filistînê biaxivin."

Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Xezeyê û bertek nîşanî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û got: 

"Axîna van zarokan li cem wî namîne. Em tiştê ji destê me tê dikin. Hûn bawer dikin? Em dixwazin konteyneran bişînin, destûrê nade.

Ji ber ku destûrê nade em nikarin konteyneran bişînin. Konteyner di destê me de hene.

Me dikarîbû bi wan konteyneran birayên xwe yên Xezeyî ji jiyana di konan de rizgar bikira lê mixabin em nikarin."

Erdogan her wiha da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dê vê hefteyê li ser navê wî beşdarî "Konferansa Dilxwazan" a li Parîsê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst