Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser PKK û YNKyê axivî

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Yaşar Guler Tirkiye PKK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku wan ji berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re gotiye ku eger ew dixwazin di nav aramiyê de bijîn divê xwe ji “rêxistina terorî” rizgar bikin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di bernameyeke televîzyonî ya Tirkiyeyê de derbarê “rûbirûbûna PKKyê”, hevahangiya Tirkiye û Bexdayê ya di wî warî de û çend mijarên din de axivî.

Guler ragihand ku ew bi Îraqê re cîranên dîrokî ne û bi sedan salan e bi hev re ne û got:

“Em her tim hewl didin pêwendiyên xwe yên baş bi Îraqê re berdewam bikin. Rêza me ji bo serweriya axa hemû cîranên me heye lê rêxistina terorî ya PKKyê hat û li Bakurê Îraqê bi cih bû.

Ti kes dest nade wan û tehdeyê nade wan. Ti kes ji bilî me bi wê re rû bi rû nabe.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê behsa pêvajoya ragihandina PKKyê wekî rêxistineke qedexe ji aliyê Îraqê ve kir û got:

“Me 19ê Kanûna Paşînê civîna yekem kir. 14ê Adarê civîna duyem û herî dawî bi serokayetiya Serokkomarê me civîna sêyem hat kirin.

Li Îraqê guherîneke wiha çêbû û em ji vê yekê razî ne. Cîranên me yên Îraqî tiştek nedigotin PKKyê. Tu (Îraq) ji mêrik re nabêjî rêxistina terorî lê em dixwazin ligel terorê biaxivin.

Herî dawî wekî rêxistineke qedexe hat ragihandin. Em spasiya dostên xwe yên Îraqî dikin. Ev ji bo wan jî qadeke zehmet.

Piştî civînan çalakiyên li wê derê bi awayekî cidîtir dimeşînin û ligel me di nav hevahangiyê de ne.”

“PKKyê 800 gund vala kirine”

Yaşar Guler tekezî li ser berdewamiya operasyonên li dijî PKKyê kir û anî ziman:

“Em dê her tim operasyonan bikin û li gorî vê bingehê em berdewam in.

PKKyê li Îraqê 800 gund vala kirine. Kesek ji vê yekê ne aciz e lê em aciz in.”

Guler derbarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî da zanîn:

“Em ji rêveberên YNKyê re her tim dibêjin, dest ji van karan berdin.

Werin eger hûn dixwazin li vê derê di nav aramiyê de bijîn xwe ji rêxistinên terorî rizgar bikin û em ji bo vê yekê ji we re bibin alîkar.”

“Çi pêwîst bike em dê bikin”

Yaşar Guler ameje bi operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî da û got:

“Stratejiya me ya nehiştina terorê ji çavkaniya wê heye. Ev 5-6 sal in em li Bakurê Îraqê ne.

Rêxistin ew cihên ku lê bi hizûr û aram e bi cih dihêle û ber bi başûr ve bi paş ve diçe.

Çi pêwîst bike em dê bikin.”

Guler derbarê rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêwendiya wan a bi PKKyê re jî anî ziman:

“Hinek dostên me îdia dikin ku YPG hêzeke ji PKKyê cuda ye û dibêjin em perwerdeya firokevaniyê nadin PKKyê û didin YPGyê.

Hevpeymanên me dibêjin di çarçoveya rûbirûbûna DAIŞê de em li vê derê (Rojavayê Kurdistanê) piştevaniyê didin hêzên çekdar.

Ew tişta ku tu dibêjî hêza çekdar PKK bixwe ye. Tu dibêjî ew ne PKK ne lê ew bixwe wiha nabêjin. Eger tu piştevaniya wan dikî bêje ez piştevaniya wan dikim.

Bi eqlê me re henekan meke. Li wê derê mêrik xwe radestî me dike û dibêje wan dema li Gareyê (Çiyayê Gareyê) gelek kes ji dest da, ez şandime vê derê.

Tiştekî wiha dikare were qebûlkirin? Divê dest ji vê piştevaniyê berdin.”

“Bendewariyên me ji rejîma Sûriyeyê hene”

Guler di axaftina xwe de îdia kir ku hêzên wan ji bo parastina sînorên Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne û got:

“Bendewariyên me ji rejîma Sûriyeyê hene. Em rêzê li yekbûna sînoran û axa hemû cîranên xwe digirin. Hevdîtinên me hene û civînên Astanayê çêbûn. Çavê me ne li axa ti kesekî ye.

Em bi eşkere dibêjin wekî dewlet destûra xwe pesend bike. Bi dengdanê bikeve hilbjartinan û qezenc bike. Tu an jî kî qezenc bike em dê biçin û bi wan re hevditînan bikin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler herwiha got:

“Em li Îran, Îraq û Sûriyeyê rûbirûyî terorê dibin. Em li ser sînorên Îranê rûbirûyî terorê dibin. Ji sînor derbasî aliyê din dibin.

Em ji dostên xwe yên Îranî re dibêjin çûne vê derê.

Ji ber ku em bi balafirên bê firokevan wan dişopînin û dibînin lê Îran ji me re dibêje ti kes li wê derê nîne.

Helbet em ji vê yekê nerehet in. Em her tim vê yekê bi wan re diaxivin lê em nagihin encamekê.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Em dê teqez rêxistina terorî ya PKKyê tine bikin. Ji bo wan karê herî baş ew e xwe radestî dadmendiya Tirkiyeyê bikin.

Ew bi ti awayî nikarin ji sînorên me derbas bibin. Dema tên dibêjin an em dê derbas bibin an jî em dê bimirin.

60 hezar serbazên me li ser sînoran li ser erk in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst