Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Çi qasî aloz be jî ti pirsgirêka Tirkiyeyê bêçare nîne."
Kabîneya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyanî da.
Erdogan da zanîn ku di civîna kabîneyê de mijarên wekî çandinî, veguhastin, aborî û ewlehiyê hatine gotûbêjkirin.
Xalên sereke yên axaftina Erdogan wiha ne:
"Îro baştir tê fêmkirin ku Tirkiye ji qeraxê kendal vegeriyaye. Şerê meydanê yê ku me di hefteyê borî de dît tenê ji bo dîtina vê yekê bes e.
Hûn dibînin ku kesên ku beriya 2 salan kincên spî li xwe dikirin, vîdeo dikişandin û pesna hev didan, niha ketine qirika hev û ev yek dibe sernivîsên rojnameyan.
Ez bi hemû dilsoziya xwe dixwazim vê jî bibêjim. Mezinbûna xetera ku welatê me jê xilas bûye dê bi demê re baştir were fêmkirin."
"Ti pirsgirêk bêçare nîne"
Di serî de pirsgirêka terorê, Tirkiye xwedî hêz, îrade û gihiştina demokratîk e ku hemû pirsgirêkên xwe çareser bike.
Tirkiyeya bêteror dê bibe mîhwer û mîhenga vê yekê. Çi qasî aloz be jî ti pirsgirêka Tirkiyeyê bêçare nîne.
Bêguman bingeha herî saxlem a gotûbêjkirina pirsgirêkên me siyaset e.
Bi saya destkeftiyên 23 salên borî, demokrasiya me gihiştiye asteke wisa ku dikare di çarçoveya rêzgirtina hevbeş de her cure pirsgirêkan nîqaş bike û bi aqilê hevpar ji wan re çareseriyan bibîne.
Kesek gumanê ji vê yekê nake. Asayî ye ku kesên ku bi salan e ji êş û hêsiran sûd werdigirin, ji xurtbûna Tirkiyeyê bitirsin."
Rûsya û Ukrayna
Îro heyetên Rûsya û Ukraynayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê li Stenbolê civiyan.
Erdogan li ser civîna Rusya-Ukraynayê wiha axivî:
"Min Serokê Dewleta Ukraynayê birêz Zelenskyy û şandeya wî li Enqereyê kirin mêhvan.
Me bi vê firsendê careke din siyaseta xwe ya bi prensîp a ji bo bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê bi aştiyeke dadmend dubare kir.
Îro li Stenbolê şandeyên Rûsya û Ukraynayê di bin serokatiya birêz Hakan (Fîdan) de li hev civiyan.
Bi rastî civîneke pir pir biheybet bû. Bi taybetî berê bihevguhertina 1000 dîlan çêdibû, lê vê carê ev bihevguhertina dîlan ji 1000î derbas bû.
Û ji bilî vê guherîna dîlan, her wiha veguhastina termên hinek miriyên her du aliyan, çi aliyê Rûsyayê û çi aliyê Ukraynayê, jî pêk hat."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse