Selçuk Turkoglu: Derbarê Ocalan lêpirsîneke din dest pê kiriye

2 demjimêr berê
Nîşan Abdullah Ocalan Lêpirsîn Îdia
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Bursayê Selçuk Turkoglu îdia kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bursayê derbarê Abdullah Ocalan dest bi lêpirsîneke nû kiriye.

Selçuk Turkoglu beşdarî bernameyeke Sozcu TVyê bû û dema nirxandin li ser rojevê dikirin ev îdia anî zimên.

Li gorî daxuyaniya Turkoglu, piştî giliyê leşkerê malnişîn Orkun Ozeller dozgeriyê dest bi tevgerê kiriye.

Ozeller di giliyê xwe de xwestiye ku Abdullah Ocalan ji ber hemû çalakiyên ku PKKyê piştî sala 2000î pêk anîne, bi sifetê "serokê rêxistinê" ji aliyê hiqûqî ve berpirsyar were girtin.

Hat diyarkirin ku di serlêdanê de bal li ser çalakiyên piştî sala 2000î ye.

Selçuk Turkoglu îdia kir ku ev serlêdan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hatiye qebûlkirin û veguheriye lêpirsînê.

Ji dozgeriyê daxuyanî nehatiye

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê heta niha derbarê mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya navçeya Gemlîkê ya Bursayê tê girtin.

Hîn hûrgiliyên pêvajoya hiqûqî zelal nebûne bê ma bi rastî derbarê Ocalan lêpirsîneke nû dest pê kiriye yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst