Malbateke Kurd li Antalya: Dixwazin me ji heremê derxin

02-08-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li ser torên medayaya civakî li dîjî Kurdan bangeşeyek tê meşandin
Li ser torên medayaya civakî li dîjî Kurdan bangeşeyek tê meşandin
Nîşan Antalya Malbata Kurd
A+ A-

Antalya (Rûdaw) -  Piştî agirpêketina daristanên beşek bajarên Tirkiyê, li ser torên medyaya civakî li dîjî Kurdan bangeşeyek jî tê meşandin. Di şewatên daristanan de Kurdan jî zerar dîtiye. Li navçeya Manavgatê malbateke Kurd dîbeje ku hinek alî dixwazin Kurdan ji heremê derxin.

Li gorî hinek çavkaniyan li navenda Antalya û dorûberê wê derdora 200 hezar Kurd dijîn. Malbata Yarancî jî yek ji wan malbatan e ku li navçeya Manavgatê dijî.

Malbata a Yarancî ku kurdên ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ne, di encama agirpêvketina daristanên wê dewerê de xanî û mal û milkê wan jî şewitî. Wan hinek kelûpelên xwe ji agir rizgar kirine û ew niha li benda alikariyê ne.

Cotkar Ebdulhekîm Yarancî dibêje: “Agir li aliyekî destpêkir me fikir nedikir ku bigehe me, lê ba berê xwe guherî û agir derdora seat 2-3 şevê bû agir bi yekcarî bi ser me de hat. Av jî tine bû. Rewşa me jê wisa ye.”

Temenê dayîka Adile zêdetir ji 80 sal in ew li ber xaniyê xwe yên wêran e, û mala şewitî runiştiye û li benda çarênûvîsa xwe ye. Dibeje heta wê emrê xwe karesateke ew qas mezin nedîtiye.

Kurda niştecihê Antalyayê Edîle Yarancî got: “Ma çi bi serê me hat? Em di nava agirê de man. Lawê min em hemû li seyarê sîwar kirin me di rê de jî qeza kir. Hema ma bû em di nava agirî de bişewitin. Temenê min dibe 80î, min di emrê xwe de tiştekî wiha nedîtiye.”

Piştî ku agir bi beşek daristanên li bajarên başur rojavayê Tirkiyê ket çend grubên nijadperest li ser torên civakî li dijî Kurdan dest bi bangeşeyê kirin. Mehmet Şirin Yrancî yê ku 15 sal e li Manavgatê cotkariyê dike dibêje “hindek alî dixwazin Kurdan ji vir derxin.”

Cotkar Mehmet Şirîn Yarancî dibêje: “Provakasyon heye. Li vir gelek Kurd dijîn. Dixwazin me ji nav xwe derxin. Çend roj berê li Konyayê 7 kurd kuşt in weke wê bûyerê nahêlin Kurd di nav wan de bimînin. Ji ber wê şewatê dikin stuyê Kurdan, ez bawer nakim Kurd vê tiştî bikin.”

Li hindek taxên Manavgatê Kurd û Tirk û yoruk ku weke Tirkmenên koçer tên naskirin bi hev re dijîn. Piraniya Kurdên li dordorê Antalayayê di salên 90î de berê xwe dane wî bajarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst