Hewlêr (Rûdaw) - 210 saziyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar xwest ku saziyên sivîl jî beşdarî komîsyona pêvajoya çareseriyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bibin.
210 saziyên sivîl ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne, daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Wan ji bo piştgiriya civakî ya ji pêvajoyê re û dabînkirina baweriyê, daxwaza avakirina mekanîzmayan kir ku beşdariya saziyên sivîl di komîsyona pêvajoya çareseriyê de misoger bikin.
Saziyên sivîl dibêjin, ji bo bipêşveçûna bitenduris û rewatiya civakî divê nêrîna civaka sivîl jî di komîsyonê de cih bigire.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
“Welatê me, ji ber şer û pevçûnan ku zêdeyî 40 salî ye didome, êş û zerarên mezin dît.
Li ser banga rêberê wan Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê tê ragirtin, rêxistinê xwe fesix kir û piştre 11ê Tîrmehê komeke 30 kesî çekên xwe şewitandin.
Ev yek bû gava yekem a berbiçav a pêvajoya aştiyê ku Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê kir û di nava civakê de hêvî ava kir.
Niha bi avakirina komîsyonê ya di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de, qonaxeke nû dest pê dike ku tê de gavên ji bo demokratîkbûn û sererastkirinên yasayî dê werin gotûbêjkirin.
Divê erka komîsyonê ne tenê bi amadekirina bingeha yasayî ya ji bo vegera endamên rêxistinê ji bo nav jiyana siyasî û civakî sînordar bimîne, divê ew deriyê Tirkiyeyeke demokratîk veke ku tê de her kes karibe bi nasnameya xwe bi awayekî wekhev bijî.
Pêwîst e pirsgirêka Kurdan bi hemû aliyên xwe ve bê nirxandin û li ser prensîbên çareseriyê lihevkirineke giştî bê kirin.
Em wek sazî, platform û rêxistinên ku nûnertiya beşên cuda yên civakê dikin û alîgirên aştî û demokrasiyê ne, radigihînin ku ji bo bicihanîna lihevkirina civakî û aştiyê, pêwîst e pêvajo di nava hemû tebeqeyên civakê de belav bibe.
Ji bo agahdarkirina civakê, peydakirina baweriyê û misogerkirina rewatiya demokratîk a pêvajoyê, em daxwaz dikin ku bi lezgînî mekanîzmayên ku beşdariya civaka sivîl a di komîsyonê de misoger dikin, bên avakirin.”
Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye avakirin, dê roja 5ê Tebaxa 2025an civîna xwe ya yekem li dar bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse