Jina herî dirêj a cîhanê cara yekê siwarê firokeyê bû

02-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jina herî bejn dirêj a cîhanê ji bo cara yekem siwarê firokeyê bû û ji Tirkiyê ve ber bi Amerîkayê ve çû.

Rumeysa Gelgî, di pirtûka Guinness de navê wê weke jina herî bejn dirêj a cîhanê hatiye tomarkirin. Temenê wê 25 sal û xelka Tirkiyê ye, bejna wê 2 metr û 51 santîmetr e.

Bi sedema bilindiya bejnê, Romeysa nikare bi piyan bimeşe û bûye kesekî nivîşkan, lewra jî bi kursiya taybet bi xwedî pêdiviyên taybet û amûra bilindkirinê li Firokexaneya Stanbolê ve ew xistin nav firokeyê û di nav firokeyê de jî ew danîn ser kursiyeke taybet ku jê re hatibû amadekirin.

Rumeysa bi dayika xwe re ber bi bajarê Sanfransîsko ya Amerîkayê ve birêket.

Sedema ne asayîbûna bilindiya bejna wê jinê vedigere bo bazdaneke genetîk a mîratî ku dibe sedem zarok bi lezeke ne normal geşe bikin û mezin bibin.

Rumeysa Gelgî karê pêşxistina bernameyên kompiyoter û mobaylan anku software dike û bi merema beşdarîkirina di   merasimeke taybet bi pirtûka Guinness de diçe Amerîkayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst