Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê di êrişeke bi çekê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Bûyer doh êvarê li Taxa Mehmet Akîf a navçeya Kuçukçekmeceyê rû da.
Li gorî zanyariyan, du gumanbarên bi motorsîklet êrişî Muhammet Gozsu (23) û Levent Oner (30) kir ku li ser Cadeya Aşik Veysel dimeşiyan.
Di êrişê de li gel Gozsu û Oner, welatiyê Sûriyeyî Hasan Aliyê (29) ku têkiliya wî bi bûyerê re nebûye û di wê kêlîkê de li wir bûye jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Hasan Ali û Muhammet Gozsu rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyan wan canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku tedawiya Levent Oner didome û polîsan ji bo girtina gumanbarên ku reviyane dest bi xebatan kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse