Hewlêr (Rûdaw) - Du birayên ku ji gundekî Efrînê beriya 8 salan hatibûn nava Tirkiye, piştî gelek karên giran û bi zehmet li qadên cihê, niha du super markêt vekirine û ji bo derdora 25 kesan jî kar peyda kirine. Hoşeng û
Alan ku beriya ew bêne Tirikye xwendekarbûn û rewşa wan gelekî başbû, piştî ku şer destpêkir neçarbûn penaber bibin. Li nava Tirkiye jî salên dirêj karên cûda kirin. Niha li navçeya Esenyûrt a Stenbolê du super marketên mezin vekirine û karên wan her ku diçe mezintir dibe.
Çîroka Xoşeng û Alan ku birayên hev in, mînakeke serkeftinê ye li penaberiyê. Herdû bira ji gundê Şêx in ku ser bi Efrînê ve ye. Heta ku şer li wir destpê bike jî xwendekarbûn û xeyalên cûda di hişên wan debûn. Lê şer kir ku eb ji warên xwe deribder bibin û li welatên xerîbiyê bibin penaber. Piştî salên dirêj wan hewl dan li Tirkiye jiyana xwe bi zehmetî beredwam bikin. Lê niha êdî ew xwedî du super marketên mezin in û 25 kes jî li ba wan kar dikin.
Xoşeng di derbarê kar û xebatên xwe de dibêje “Destpêkê em xebitîn, li cem xelkê em xebitîn. Me karên gelekî zehmet kirin, me tengî dît. Paşê ez li cihekî xurek firotinê xebitîm. Ez fêrî kar bûm. Paşê min ji xwe re dikaneke biçûk vekir. Min mêzikir kar baş diçe û min dikan mezin kir. Niha jî me ew markêt vekirin û her tişt Tê de tê dîtin. Çi bêjim nizanim. Ez bawer nakim ku herim. Çiqas sal in ez li vir im. Fêrî zimanê vir bûme. Mal li vir e, zar li vir diçin dibistanê. Emê herin lê weke mêvan emê herin û bên. Lê dê û bavê min ger rê ve be ewê herin.”
Li gor ku ew dibêjin li Efrînê rewşa malbatê gelekî başbûye û bavê wan hewla herî mezin bo xwendina zarokên xwe dida ye. Lê dema ku şer destpê dike jiyana wan jî serobin dibe. Du birayên wan neçar dibin derbasî Ewropa bibin. Ew jî tevî dê û bavên xwe berê xwe didin Tirikye. Xanî û milkê wan niha di destê xelkê de ye. Wan jî hêviya xwe qut nekirine û li xerîbiyê jiyaneke nû avakirine. Birayê mezin êdî li vir li karê xwe berdewam dike, lê Alan dibêje ezê teqez rojekê vegerim war û welatê xwe.
Herwiha Alan jî got “Welleh dema em li Efrînêbûn me dixwand. Rabû herb destpêkir. Me nikarî em li wir bimana û min û birayê xwe rabû em hatin Tirikye. Bavê min her tim digot bixwînin. Min dixwast bibim parêzer. Em hatin vir û em li ba xelkê dixebitîn. Me mezekir ku îşê xelkê zehmet e nabe. Me ji xwe re dikanek vekir û me berdewam kir. Dema em hatin ev der ji me re gelekî zehmet bû. Em xerîb bûn û nebûna li welêt giran bû. Niha em gelkî rehetbûne.Eger rojekê welatê me çêbibe ezê vegerim. Ez li xerîbiyê namînim. Xerîbî li min zor e.”
Piştî ceribandinên rast û serkeftî wan li Esenyûrta Setnbolê ew herdû markêt vekirine û ji bo gelek penaberên din jî bûne deriyê debarê. Di nava xebatkarên wan de kesên ji gelek welatan hene. Li gor ku ew dibên hevalên wan ên ji Bakurê Kurdistanê jî piştevaniya wan kirine da ew kar mezintir bibe.
Midûrê supermarketê Îsmet Ozyakiş diyar kir “Berê min jî kargeheke min hebû û li wir min Xoşeng naskir. Min îflas kir û piştî du salan ez hatim li ba Xoşeng dixebitim û midûrê herdû marektan em. Ez bixwe nêzikî 20 salan e vî karî dikim. Pandemî hat û destpêkê başbû lê hinekî kar ket. Dîsan jî şikur.Mişteriyên me jî bi piranî biyanî ne. Piranî ereb û xelkên din in. Tu kêşek nîn e em berdewam in. Xwedê bihêle emê kar mezintir jî bikin.”
Jimêryar Şûle Gekgoz ragihand “Ez li karekî digeriyam û bi saya fîrmayekê ez hatim vir û min Xoşeng beg naskir. Înşallah wê baş bibe. Niha di serê xelkê de pêşqebûl hene di derbarê Sûriyan de. Lê wisa nîn e. Ew jî weke hemû însanên din in û tu kêşeyek nîn e. Bi ya min cihekî gelek baş e.”
Tevî ku corona derbeke giran li herkesî xistiye jî ew beredwam in karên xwe mezintir bikin. Eynî weke kompaniyeke xwecihî wan jî rêûrêbazên serdemê dane ber xwe û bi pakêt serwîsê hewl didin kar ranewestin. Ji ber ku ew êdî naskirîne li vê deverê, xelk jî baweriya xwe gelekî bi wan tîne û di warê fermî de jî wan ezmûneke baş li dû xwe hiştine. Xoşeng û Alan piştî têkçûna nîvê jiyanê, niha serdem û jiyaneke nû ji bo xwe dane destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse