TGS: Di nav salekê de herî kêm 29 rojnameger hatine girtin

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Girtina Rojnamegeran TGS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ragihand ku di nav salekê de herî kêm 29 rojnameger hatine girtin û niha ji wan 18 rojnameger di girtîgehê de ne.

Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê bi helkefta Roja Azadiya Ragihandinê ya Cîhanî rapora azadiya ragihandinê ya 2024-2025 belav kir.

Li gorî raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav salekê de derbarê rojnamegeran de 313 lêpirsîn hatiye destpêkirin.

TGSyê da zanîn di 212 dozan de 311 rojnameger hatine darizandin û 123 rojnameger hatine desteserkirin.

Her wiha hêrî kêm 29 rojnameger hatine girtin û 18 ji wan jî girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst