Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di Temûza îsal de 24 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Temûza 2022ê eşkere kir.
Li gor raporta meha Temûzê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.
Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku sedema kuştina 10 jinan nehatiye diyar kirin û ev jî encama nedîtina tûndûtîjiya li dijî jina ye. Herwiha 13 jin jî bi hincetên wek xwestina xwe berdanê, redkirina lihevkirinê, neqebûlkirina zewacê û derbarê jiyana xwe de bûyîna xwedî îrade hatine kuştin.
Li gor raportê, Temûza îsal 4 jin li parêzgeha Stenbolê, 3 jin li Denizli, li Izmir, Konya û Muglayê 2 jin, li Afyonkarahisar, Enqere, Balikesir, Amed, Eskişehir, Isparta, Kirşehir, Kocaeli, Mêrsîn, Yozgat û Mûşê jî yek jin hatiye kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse