Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta Îmraliyê ya DEN Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Komîsyona pêvajoyê di qonaxa dawî ya guhdarîkirinê de ye û ev ev serdan wekî gaveke girîng di çarçoveya "pêvajoya çareseriyê" de tê dîtin.
"Heyet ber bi Îmraliyê ve bi rê ket"
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya wan îro saet di 10:30an de ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêzdar Abdullah Ocalan re saet di 10:30an de ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket."
Gaveke girîng di pêvajoya çareseriyê de
Ev serdan di demekê de pêk tê ku nîqaşên li ser "pêvajoya çareseriyê" û gavên ku li parlamentoyê dê bên avêtin di rojeva sereke ya Tirkiyeyê de ne.
Tê payîn ku şande pêşhatên herî dawî bi Ocalan re gotûbêj bike û nêrînên wî wergire.
Her wiha tê payîn ku şande piştî vegera xwe daxuyaniyeke berfireh ji raya giştî re bide.
Heyeta Îmraliyê ya ku ji bo pêvajoya çareseriyê hevdîtinan bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re dike, ji 28ê Kanûna 2024an ve heta niha 7 caran serdana giravê kiriye.
Hevdîtina yekem û banga fesixkirina PKKyê
Heyeta Îmraliyê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, cara yekem di 28ê Kanûna 2024an de bi Abdullah Ocalan re civiya.
Hevdîtina duyemîn a heyetê di 22yê Kanûna Paşîn de pêk hat. Di vê hevdîtinê de, li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, siyasetmedar Ahmet Turk, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol jî amade bûn.
Di vê hevdîtina berfireh de, Ocalan banga xwefesixkirinê li PKKyê kir.
Hevdîtinên piştî kongreya PKKyê
Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir û di bin dermankirinê de bû, di 21ê Nîsanê de Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol wekî Heyeta Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyan.
Piştî kongreya PKKyê ya ku di navbera 5-7ê Gulanê de pêk hat, Heyeta Îmraliyê (Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol) di 18ê Gulanê de careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Serdanên havînê û hevdîtina dawî
Di hevdîtinên meha Tîrmehê de, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mithat Sancar jî tevlî Heyeta Îmraliyê bû.
Heyetê di 6ê Tîrmehê û 25ê Tîrmehê de du hevdîtinên din pêk anîn. Heyetê herî dawî di 28ê Tebaxê de serdana Girava Îmraliyê kir û hevdîtinek pêk anî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse