Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeyên Seferîhîsar û Urlayê yên Îzmîrê 44 koçberên neyasayî hatin girtin ku 4 ji wan zarok in.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera Fermandariya Ewlehiya Peravan hatiye weşandin, piştî ku li peravên Seferîhîsarê di nav kelekeke lastîkî de komek koçberên neyasayî hat dîtin, keştiyeke ewlehiya peravê ber bi herêmê ve hat şandin.
Tîman ew keleka lastîkî ya ku diçû rawestand û 11 koçberên neyasayî girtin.
Her wiha li peravên navçeya Urlayê jî di kelekeke lastîkî de hinek koçberên neyasayî hatin dîtin.
Tîmên Ewlehiya Peravê yên ku ber bi herêmê ve hatibûn şandin, kelek rawestand û 33 koçberên neyasayî girtin ku 4 ji wan zarok bûn.
Koçberên neyasayî piştî kar û barên yasayî radestî Birêvebiriya Koçê ya Bajêr hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse