Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku sala 2024an di qezayên trafîkê de 6 hezar û 351 kes mirine.
“Ev hejmareke gelekî zêde ye”
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê amarên trafîkê yên sala 2024an eşkere kirin û got:
“Sala 2024an di qezayên trafîkê de 6 hezar û 351 kesan canê xwe ji dest daye û 385 hezar û 117 kes jî birîndar bûne.
Ev hejmareke gelekî zêde ye. Divê em hemû ji vê yekê re bibêjin bes e. Divê em bi hev re çanda trafîkê ava bikin.”
Yerlîkaya diyar kir ku çareserî tenê ne cezayên trafîkê ne û divê çanda trafîkê bi pêş bikeve.
Wî her wisa ragihand ku ji bo ajokar rêkarên trafîkê bi cih bînin û xetayên trafîkê bên kêmkirin, tedbîr di asta jiyanî de girîng in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse