Hevala xwe ya Rûs bi 75 derbên kêrê kuşt

03-11-2025
RÛDAW
Nîşan Arzu Khalilova Bursa Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê jineke Rûs a 20 salî ya bi navê Arzu Khalilova, ji aliyê hevalê xwe yê Azerbeycanî S.M. ve bi 75 derbên kêrê hat kuştin.

Li navçeya Yildirimê ya Bursayê di navbera Arzu Khalilovaya 20 salî ya welatiya Rûsyayê û hevalê wê yê 27 salî S.M. de ku bi hev re dijiyan, nîqaş derket.

Piştî nîqaşê S.M., Arzu Khalilovayê da ber kêran.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Arzu Khalilovaya ku 75 derbên kêrê li gelek cihên laşê wê ketibûn, li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.

Gumanbar S.M. bi amûra sûcê re hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst