Huda Kaya hat berdan

03-11-2025
RÛDAW
Nîşan Huda Kaya HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya piştî ku îro serê sibêhe teslîmî girtîgehê bûbû û hatibû girtin, îşev bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Zîlan Leventogluya parêzera Huda Kayayê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Huda Kaya hatiye berdan.

Leventogluyê di peyama xwe de diyar kir ku ev encam ne tenê encama têkoşîna hiqûqî ye lê di heman demê de serkeftina piştgirî û wîjdanê hevpar ê civakê ye.

Huda Kaya ji ber ku cezayê wê yê 1,5 sal ê girtîgehê misoger bûbû hatibû girtin.

Parêzer Zîlan Leventogluyê di daxuyaniyeke xwe ya berê de diyar kiribû ku ev ceza ji ber bûyereke di dema ziyareta kurê wê Cîhad Ebrarî de li Girtîgeha Çanakkaleyê ya sala 2022yan qewimî hatiye dayîn.

Piştî ziyaretê, bi îdiaya ku "di çenteyê wê de telefon hebûye" doz li Kayayê hatibû vekirin û di encamê de, tevî hemû delîlan jî, 1,5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Leventogluyê biryar wekî "bi qest, keyfî, siyasî û neheq" bi nav kiribû û gotibû, "Ew biryareke ku di bin sîbera serdema 28ê Sibatê de hatiye dayîn."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst