Bahçelî: Em ne Kerkûkê û ne jî Mûsilê ji bîr dikin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Devlet Bahçelî\ Wêne: AA
Devlet Bahçelî\ Wêne: AA
Nîşan Devlet Bahçelî Kerkûk Mûsil MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Devlet Bahçelî diyar kir ku ew dê ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr bikin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de behsa pêwendiya Tirkiyeyê ya bi Kerkûk û Mûsilê re kir û got:

"Hevalên doza biqedir, ew îradeya ku 3yê Gulanê li kolanên Enqereyê diherikî, salonên dadgehê dihejandin û werîsê rûreşiyê yê ku dixwestin bixin stûyê neteweperweriya Tirkan diçirand; îro gava behsa Kerkûkê tê kirin, di dilan de careke din şîn dibe.

Neteweperweriya me tenê wekî doza rûmetê ya ku di hundirê sînorên Anatolyayê de asê maye nayê dîtin.

Li ku derê Tirkek bijî, li ku derê zarokekî Tirk ji dayîk bibe, li ku derê bi Tirkî bê axaftin, ew der perçeyekî cografyaya bîreweriya me, nexşeya dilê me û hişmendiya dîroka me ye.

"Em ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr dikin"

Neteweperweriya Tirk, bi piştrastbûna li ser wê berpirsyariya ku dîrokê daye ser milê me, parastina hebûna Tirkan a li derveyî sînorên me û parastina dengê hevkokên me yên Tirkmen e yên ku dixwazin wan bitepisînin.
 
Neteweperweriya Tirk, xeta parastina wê dîrokê ye ku dixwazin bidin jibîrkirin û xeta parastina wan bîranînan e ku dixwazin werin jêbirin.

Ew qada ku ev xet lê dibe rê, cografyaya Peymana Neteweyî ye.

Gava mirov dibêje cografyaya Peymana Neteweyî, hesret dikeve dilê me. Di serê van hesretan de jî Kerkûk tê.

Kerkûk, emaneta pêşiyên me ye ku bi xemgîniyê hatiye hevîrtirşkirin, alahilgirê têkoşîna rûmetê û perçeyekî qedîm ê hebûna Tirkmenan e.

Ji ber vê yekê, gava em li Kerkûkê dinêrin, em wê hesreta sedsalan dibînin.

Ji Pirdê heta Kerkûkê, em wê têkoşîna nasname û aîdiyetê dibînin.

Em hewara jinên me, xemgîniya sêwiyên me û bêkesiya bêdê û bêbavên me dibihîzin.

Em bi tenêtiya Tirkmenan a ku bi salan e didome dizanin. Em wê êşa ku dikişînin di dilê xwe de hîs dikin û guh didin hewara wan. Em agirê şewata li Kerkûkê ji Enqereyê dibînin. Em lorîka Tirkmenan ji Enqereyê dibihîzin.

Em vê yekê wekî pêdiviya Tirkbûnê, wekî baweriya xwe, wekî mîrasgirên Selçûqî û Osmaniyan û wekî pêdiviya mirovahiyê fêm dikin.

Ev nîşaneya netewebûnê û peymana bi hev re meşînê ye. Em ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr dikin û em dê birayên xwebi tenê nehêlin.

Heya ku em li ser pêyan bin, dê bang (azan) ranewestin."

Serokê MHPyê di berdewamiyê jî de got, "Ew zilma ku ev demeke dirêj e li ser Tirkmenên Kerkûkê tê kirin, îmtihaneke dijwar e ku li ser wijdana neteweya Tirk hatiye kolandin. Gelek ocaxên Tirkmenan hatin vemirandin, gelek malbat xwestin ji warên wan werin derxistin, gelek dayîkan hêsir rijandin, gelek zarok ji tirsan lerizîn û gelek mêrxas bi zext û bêpariyê hatin ceribandin.

Li welatê Tirkmenan, hinek kesan xwest ku dengê Tirkiyeyê bibirin, hebûna dîrokî şolî bikin, nasnameya neteweyî lawaz bikin û warê qedîm ê Tirkan bi lîstikên siyasî û plansaziyên demografîk ji cewherê wî qut bikin.

Divê bê zanîn ku her çend cefaya Kerkûkê giran be jî, cewher û xîreta Tirkmenan jê mezintir e.

Zext zêde bûne lê bawerî neçemiyaye. Bahoz rabûne lê alaya şîn a asmanî ji asîmanan nehatiye daxistin.

Sebir hatiye ceribandin lê bîrewerî neşikiyaye. Derfet teng bûne lê şîrazeya kar ji hev neketiye.”

Devlet Bahçelî amaje bi guhertina parêzgarê Kerkûkê jî kir û got:

“Geşedanên ku îro li Kerkûkê diqewimin ji vî alî ve gelekî bi wate ne.

Hilbijartina birayê min ê hêja Serokê Eniya Tirkmenên Îraqê Mihemed Seman Axa wekî parêzgar û destpêkirina wezîfeya wî, kêmek be jî bûye derman ji bo birînên dîrokî; ji bo dîtina îradeya Tirkmenan a li Kerkûkê xaleke werçerxanê ya dîrokî ye.

Vê geşedanê careke din ragihand ku hebûna Tirkmenan a li Kerkûkê nayê paşguhkirin, nayê nedîtin û nayê tunekirin.

Ew banga biratiyê ya ku li bajêr bilind dibe, nîşaneya hevsengiyekê ye; hevsengiyek ku Tirkmenan tune nahesibîne,

Ereban dernaxîne derve, Kurdan ji xwe xerîb nake û Suryanan jî tune nake; her weha hiqûqa her kesî diparêze lê hebûna Tirkmenan jî wekî rastiyeke bingehîn û avaker qebûl dike.”

"Em dilsozên birayên xwe yên Tirkmen in"

Serokê MHPyê amaje bi armancên welatê xwe jî kir û wiha domand:

"Çawa ku armanca pîroz a Sedsala Tirkiyeyê, Tirkiyeyeke paqijkirî ya ji terorê û aram e; daxwaza me ya ji bo cografyaya dilê me jî li ser heman rêyê ye.

Çi qas ku Tirkiye ji belaya terorê rizgar bibe, ew nîzama nû ya li Kerkûkê hatiye avakirin dê bêhnê bide herêmê.

Miradê me Tirkiyeyeke dûrî dubendî, serdestî û terorê ye û herêmeke ku aramî û biratî lê kok bide ye.

Me salên berê çi gotibe, îro jî em li ser heman gotinê ne.

Me got; her çend ti kes, ti sazî û dezgeh bi dilsozî piştgiriya têkoşîna hebûnê ya Tirkmenên Îraqê nekin jî, tevgera welatparêz û îdealîst dê li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî û mîsyona xwe ya neteweyî tevbigere û li kêleka wan be.

Dîsa me bi dilsozî got ku herî kêm 5 hezar xwebexşên îdealîst amade ne ku li Kerkûkê û li bajarên din ên Tirkmenan beşdarî têkoşîna hebûn, yekîtî û pergala wan bibin.

Ev gotin ne ji bo derbaskirina rojê bûn. Ne lîstika peyvan bûn. Qet ne gotinên vala bûn ku di bin navê pesindayînê de hatine veşartin.

Gava mijar Kerkûk be, ev dengê dilê wan îdealîstên bû ku ji bo wezîfeyê ber bi refan ve dibezin; dengê dilsozî û seferberiyê bû.

Gava behsa welatê Tirkmenan be, ev sonda namûsê ye ku nîşan dide helwesta tevgera îdealîst li ser Kerkûkê nerm nabe, nayê nermkirin û gavê paş de navêje.

Em bi şikir dibînin ku ew pêvajoya bi sebir hatiye hûnandin û ew doza bi bêdengî hatiye parastin, îro berê xwe dide.”

"Dengê Tirkî nayê birîn"

Devlet Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe jî de wisa got:

Bê guman di tu dema dîrokê de rê ji nişka ve ji hev cuda nebûne.

Ti serkeftin bi şans û rasthatinê çênebûye. Ti vegera dîrokî bi perçiqandina perên teyrên bexteweriyê pêk nehatiye.

Piştî ne şevekê lê piştî hezar şevên tarî roj hilatiye. Înşalah ew ala dê rojekê li Kerkûkê jî li ba bibin.

Me dît ku rêya qebûlbûna diayên me vebûye. Me qîrîna şahiyê ya birayên xwe yên Tirkmen bihîst.

Şikir ji Xwedê re ku em bûn şahidê bîranîneke dîrokî.

Ger gotinên duh li Enqereyê hatine gotin îro li Kerkûkê deng vedidin, eger diayên duh li Enqereyê hatine kirin îro li Kerkûkê qebûl dibin, eger dilsoziya duh hatî nîşandan îro dibe hêza temsîliyetê; sedema vê yekê mezinahiya doza neteweperweriya Tirk e.

Rêveçûna me çawa ku bi gavên serberedayî dest pê nekiribe, bi heyecanên rojane jî nade meşandin. Rêveçûna me, maratoneke pîroz û dûrûdirêj e ku bi hişmendiyê hatiye tûjkirin û bi sebatê hatiye xurtkirin.

Me careke din nîşanî hemû alemê da ku Kerkûk ji bo me mîras e, hevkokên me yên Tirkmen emanetên bêxwedî nîn in û neteweya Tirk çi qasî neteweyeke bi xîret e.

Kerkûk careke din nabe mijara maseyên dan û standinê. Hevkokên me bi can, mal, ziman û duayên xwe ji warê xwe nayên qutkirin.

Aramiya me nabe amûra tu hevkêşeyên tarî û tu muzakereyên xayînane. Dengê Tirkî nayê birîn, ronahiya tu ocaxa Tirkmenan nayê vemirandin.

Dewran vegeriyaye; ev sedsal sedsala Tirkan e, sedsala Tirkiyeyê ye.

Kerkûk dê bijî, welatê Tirkmenan dê rabe ser piyan û bi îzna Xwedê dê heta ebediyetê bijî.

Em ne Kerkûkê ji bîr dikin, ne Mûsilê ji bîra xwe derdixin, ne jî hevkokên xwe bêxwedî dihêlin.

Ji Kerkûkê heta Turkistana Rojhilat, ji Qerebaxê heta Qibrisê, em li kêleka hemû birayên xwe ne ku navê wan 'dilsozî' ye.

Em ji xeta xwe danakevin. Em ji rêya xwe naşemitin, em armancê şaş nakin.

Çimkî Tevgera Neteweperest li gorî demê reng naguhere, li gorî derdorê şêwe naguhere, li gorî ba berê xwe naguhere û li gorî berjewendiyan gotina xwe naguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst