Bahçelî: Ti maseya bazarkirinê nîne

Duh li 10:56
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê got ku ev pêvajo ne "bazar" e.

Bahçelî her wiha bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku çekan deynin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di beşa duyem a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Turkgunê de, mijarên wekî siyaseta navxwe, rûdanên li herêmê û aştiya civakî nirxandin.

Devlet Bahçelî li ser pêvajoya nû ya çareseriyê axivî û got ku ev pêvajo "bêyî ku tewîz ji mafên serweriya dewletê bên dayîn" tê birêvebirin.

"Em ne di nava bazarkirinê de ne"

Bahçelî destnîşan kir ku pêvajoya heyî ne "mizakere" ye û xwest nîqaşên di raya giştî de bi dawî bibin.

Bahçelî diyar kir ku hesasiyetên malbatên leşkerên ku di şer de hatine kuştin ji bo wan di rêza yekem de ne û wiha got:

"Bila malbatên me fikaran nekin. Bila gaziyên me netirsin. Em serê wan naxin ber wan.

Em ne di nava bazarkirinê de ne. Em ji pêvajoya 'bide û bistîne' re bi temamî girtî ne.

Wekî Tifaqa Cumhurê, em di nav ti xeletiyên ku zererê bide hiqûqa serweriya Tirkiyeyê û felsefeya damezirandina Komarê de cih nagirin û nikarin bigirin."

Bahçelî her wiha têkildarî gerîlayên PKKyê jî got, "Kî neketibe nava sûcan û çalakiya çekdarî nekiribe, divê were û malbata xwe hembêz bike.”

Peyama ji bo Rojavayê Kurdistanê

Devlet Bahçelî bi bîr xist ku PKKyê 12yê Gulanê hebûna xwe ya rêxistinî fesix kiriye û 11ê Tîrmehê komekê çekên xwe şewitandine û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê wiha got:

"Bi taybetî HSD/YPGya ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê xwedî bandor e, hîn çek danenîne û riayetî banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê nekiriye.”

Bahçelî îdia kir ku banga Abdullah Ocalan a çekdanîne, Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî li xwe digire û got:

“Divê HSD/YPG teqez riayetî Peymana 10ê Adarê bike ku bi birêvebiriya Şamê re hatiye îmzekirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst