Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihand ku eger ew ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, ji erka wî were dûrxistin, dê tax bi tax, kuçe bi kuçe li hemû Tirkiyê bigere û çi qewimiye behs bike.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ser bi CHPê ve ye îro derbarê “lêpirsîna terorê” ya li dijî şaredariya Stenbolê de ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye destpêkirin, bo cara duyem civîna rojnamevanî saz kir.
Ekrem Îmamoglu amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyê di vê heyamê de tiştek nîne ku mirov bibêj qet dê rû nede û got: “Niha em li ser tiştên ku dibe ku me şaş bikin dipeyivin. Mîna çîroka navdar a beq. Bi taybetî ev 10 sal in hêdî hêdî av kelandine.”
Îmamoglu diyar kir ku qeydên sûc ên xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kiribûn, hemû paqij in û got: “Eger xeletiyek hebe, ya ku pêwîst e nake ez im an Wezîr e? Mesela Ozer Doganer... Eger lêkolîna arşîvê paqij be, ez dê çawa bizanim ku peywendiya wî bi terorê re heye? Ma ez dê tiştên di hişê wî de bixwînim? Rayedariya şaredariyan tune ye ku hişê xelkê bixwîne. Wezîr behsa kesekî bi navê Abdulmeram Sevgî kiriye. Ji ber vê yekê wijdanê min dişewite. Em gelek lêgeriyan lê kesek bi vî navî li cem me nîne.”
Îmamoglu herwiha got: “Yên ku dê şaşiyên wezîran û biryarên ku bi hêrs hatine girtin rast bikin hûn endamên darazê yên hêja ne. Ji kerema xwe li ser vê yekê hestiyar bin. Ev hişyariyek bi niyeta baş e. Ola dewletê edalet e. Dadwerên hêja, li min biborînin, lê eger hûn jî rastiyê berovajî bikin, hûn çima li ser wan kursiyan rûdinin?"
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di heman demê de diyar kir ku eger qeyûm li şaredariyê bê tayînkirin ew dê li tevahiya Tirkiyê bi taybet Stenbolê bigerin û wiha pê de çû: “Hevalên delal, eger ev tiştên ku tevî em naxwazin pêk were, ez soz didim ku tevahiya Tirkiyê, bi taybetî li Stenbol, tax bi tax, kuçe bi kuçe, bêyî pêwîstiya post hebe bigeriê û behs bikim. Li Mêrsîn, Edene, Amedê li her derê ez dê behs bikim.”
Çi bibû?
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan di encama “lêpirsîna terorê” de derbarê şaredariya Stenbolê û kompanyayên bi wê ve girêdayî, ji ber ku bêyî lêpirsîna ewlehiyê karmend damezrandine, li Dozgeriya Komarî gilî tomar kirine.
Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de ragihandibû, “Zanyarî û gilî hene ku ji tevahiya ew karmendên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û kompanyayên bi wê ve girêdayî hatine damezrandin, 455 ji wan peywendiya wan bi PKK/KCK, 80 ji wan peywendiya wan bi DHKP-C, 20 ji wan peywendiya wan ligel MLKPê û hinek din jî peywendiya wan ligel Cemaeta Gulen û rêxistinên din hene.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja 28ê Kanûna 2022an de jî derbarê lêpirsîna terorê de civîneke çapemeniyê saz kiribû û îdiayên Wezereta Navxwe ya Tirkiyê red kiribûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî piştî civîna çapemeniyê ya Îmamoglu heman rojê li ser heman mijarê civînek çapemeniyê saz kiribû û hezar û 668 karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi peywendiya ligel terorê tohmetbarkiribûn û navê beşek ji karmendan jî eşkere kiribûn.
Soylu di Mijdara 2022an de jî 4 şaredariyên CHPê bi alîkarîkirina “rêxistinên terorê” tohmetbar kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse