Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî êrişên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bangî raya giştî û hunermendan kir ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.
NÇMyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser “êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ)” û diyar kir ku Rojava hedef hatiye girtin û "Enfal" hatiye îlankirin.
“Bêdengî hevparbûna sûc e”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "bermayiyên DAIŞê bi nûnerên xwe yên bi kravat û çeteyên xwe yên li kolanan bi xwînê xwe xwedî dikin" û wiha hat gotin:
"Her çend bixwazin bi rêya medyayê raya giştî ya cîhanê bixapînin jî, tiştê ku diqewime pratîka komkujiyê ye. Bêdengî, hevparbûna vî sûcî ye."
“Rê eşkere ye”
Hunermendên NÇMyê diyar kir ku ne tenê Kurd, hemû gelên li Sûriyeyê di bin gefan de ne û wiha pê de çû:
"Rê eşkere ye; an dê li kêleka berxwedêran cih bê girtin, an jî li kêleka çeteyên HTŞyê.
Em gihîştine wê astê ku hevokên dirêj bêwate dimînin. Niha rêhevalê aqil ê herî bi qîmet hest e.
Dem, dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye."
Banga li hunermendan
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hunermend û raya giştî ya demokratîk hat kirin û hat gotin:
"Werin em deng bidin dengê Rojavayê, em li dijî vê hovîtiya ku bûye belaya serê mirovahiyê rabin; bila wêrekiya me bibe ders ji bo şerxwazan.
Dema ku hêviya aştiyê li ber çavên me hewl tê dayîn ku were gulebarankirin, parastina jiyanê berpirsiyariya me hemûyan e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse