MHP: Lihevkirina HSD û Şamê dê karê me hêsantir bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Fetî Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Feti Yildiz ragihand ku rûdanên dawî yên li Sûriyeyê êdî ne asteng in û dê karê Komîsyonê hêsantir bibe.

Serokên wekîlan ên komên partiyên siyasî yên ku di Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê de cih digirin îro civiyan û xebatên nivîsandina raporê domandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Feti Yildiz ku di tîma nivîsandina raporê de cih digire, li ser bandora rûdanên li Sûriyeyê ya li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan axivî.

"Rapor dê vê mehê amade be"

Feti Yildiz bandora lihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê ya li ser pêvajoya li Tirkiyeyê nirxand.

Yildiz îdia kir ku rewşa Sûriyeyê berê ji bo pêvajoyê wekî asteng xuya dikir lê niha ew jî rabûye.

Rayedarê MHPyê destnîşan kir ku dê ji niha û pê ve karê wan hêsantir bibe û rapor dê di nava vê mehê de amade bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst