Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener duh bi daxuyaniyekê vekişîna partiya xwe ji Hevpeymaniya Milet ku wek Maseya Şeş Partî jî tê zanîn eşkere kir ku vê yekê karvedanên mezin li pey xwe anîn. Akşener di peyama xwe de got, “Bêyî ku em aciz bibin û dest jê berdin em bi berdewamî axivîn, me nêrîna xwe got û bi wan da guhdarkirin. Lê mixabin nebû. Ez bi xemginî dibêjim ku di rewşa dawî ya ku em hatinê de maseya 6 partiyan, şiyana xwe ya nîşandana îradeya millet ji dest daye.”
Biryara vekişîna ÎYÎ Partiyê ji Maseya Şeş Partî wek topekê di siyaseta Tirkiyê de deng veda.
Seroka ÎYÎ partiyê sedema sereke ya vekişîna xwe bi pêdagiriya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaoglu ya bo postê serokkomariyê ve girêda.
Akşener bang li Serokên Şaredariyên Stenbol û Enqerê jî kir ku bo berbijêriyê berpirsyariyê werbigirin.
Kemal Kiliçdaroglu çend xulekan piştî Akşener yekem helwesta xwe eşkere kir û got, “Mereq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne. Em li ser rêya xwe berdewam dikin.”
Piştre jî bi vîdeoyekê bersiva Seroka ÎYÎ Partiyê da û ameje bi berfirehkirina hevpeyamaniya partiya xwe da.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi vîdeoyekê li ser daxuyaniya Akşener axivî û got, “Dema me dest bi vê rêyê kir me hertim behsa sifreya Xelîl Îbrahîm kir. Ji ber ku me got divê em hemû rengên vî welatî vexwînin ser vê sifreyê an jî ev welat bisernakeve.Em bi kêmdîtina hinekan û paşguhkirina hinekan nikarin Tirkiyê biguherin. Berpirsyariya me ya dîrokî heye. Derbarê min de jî ez ji niha û şûnde naguherim. Ez xelkê tînim ba hev û ez dê li ser vê berdewam bim. Sifre neçar e ku mezin bibe. Em dê berdewam bin li ser berpirsyariya xwe. Em ti kesê li paş nahêlin. Dê hemû welatiyên Tirkiyê bo vê sifreyê bên vexwendin.”
Serokên Şaredariyên Enqere û Stenbolê yên CHPê jî, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî piştevaniya xwe bo Kiliçdaroglu ragihandin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş got, “Me di daxuyaniyên xwe yên heta niha de diyar kiribû ku em ji derveyî îradeya serokê me yê giştî birêz Kiliçdaroglu tevnagerin. Em li ser heman xetê ne.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî vekişîna ÎYÎ Partiyê anî ziman, “Wek kurê CHPê û serokê Şaredariya Tifaqa Millet, ti gumana min ji wê yekê nîne ku birêz Kemal Kiliçdaroglu ku li ser maseya tifaqê nûnertiya îradeya me dike û Tifaq Millet, dê bêyî kêmbûn bi zêdebûn mezin bibin.”
Cîgirê Serokê AKPê Hayatî Yazici jî piştî vekişîna Akşener daxuyaniyek balkêş da û got, “Deriyê me bo herkesê vekirî ye. Armanca me ew e ku em Tirkiyê ber bi pêşve bibin. Dilê me bo herkesê vekiriye. Em ligel wê yekê ne ku kî destê xwe bide me, em destê wî bigirin.”
Cîgirê Serokê AKPê Hayatî Yazici got, “Deriyê me bo herkesê vekirî ye. Armanca me ew e ku em Tirkiyê ber bi pêşve bibin. Dilê me bo herkesê vekiriye. Em ligel wê yekê ne ku kî destê xwe bide me, em destê wî bigirin.”
Maseya 6 partiyên opozîsyonê ev zêdeyî salekê ye bi serkêşiya CHPê bo bi dawîanîna desthilata 20 salî ya AKPê hatibû pêkanîn.
Lê kêmtir ji dû meh û nîv bo mana hilbijartinan vekişîna duyem partiya herî mezin ji wê hevahengiyê rojeva siyasî ya Tirkiyê serûbin kir.
Niha bêyî Meral Akşener çav li encamên civîna îro ya serokên 5 partiyên din ên opozîsyonê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse