Tirkiye dixwaze 65 milyon geştyaran bihewîne: ‘Ji aliyê dîrokî ve cuda ye’

04-04-2025
Rawîn Stêrk
Geştyaran di cejnê de berê xwe da Stenbolê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Geştyaran di cejnê de berê xwe da Stenbolê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Tirkiye Cejna Remezanê Geştyar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Çend salên ku li nava Tirkiyeyê qeyraneke aborî berdewam dike û di nava qeyranê de jî sektora ku kariye li ser xwe bimîne geştyarî ye.

Sala çûyî zêdeyî 61 milyon geştyar hatibûn hewandin. Îsal jî beriya ku sezon dest pê bike bi Cejna Remezanê re qad geş bû.

Li gelek bajaran otel tije bûn û hatina geştyaran rûyê esnafên ku di nava mercên giran re derbas dibin geş kir.

Armanca Tirkiyeyê ew e ku îsal bi giştî 65 milyon geştyar bêne hewandin.

Sektora geştyariyê ku bandora wê li 56 sektorên cuda jî dibe îsal zû dest pê kir.

Bi hatina Cejna Remezanê û betlaneya dirêj re li seranserî Tirkiyeyê bereketeke berbiçav a geştyaran tê dîtin.

Li Antalya û derdora Behra Spî rêjeya tijebûna otelan ji sedî 95an derbas bû.

“Tijebûna otelê jî gelekî baş e”

Midûrê otelekê Murat Baş anî ziman:

“Me cejneke gelekî bi hereket derbas kir. Ji xwe ev der jî navend e di warê hatina geştyaran de û di warê pîrozkirina Remezanê de.

Ev der zêde tê tercîhkirin bi taybetî Sultan Ahmet.

Tijebûna otelê jî gelekî baş e û niha ez dikarim bêjim ku nêzîkî ji sedî 90 tije ye.”

Tê texmînkirin ku dahata geştyariyê tenê di betlaneya cejnê de bigihêje 120 milyar lîreyên Tirkî.

Rêberê geştyariyê Cemal Enderun jî da zanîn:

“Ez bêhtir bi bazara Asyayê re dixebitim. Niha em êdî hatin nîsanê û em çaverê ne ku geştyar zêdetir bên.

Lê hêvî û daxwazên geştyaran cuda bûne.

Em behsa geştyariya 20 sal berê nakin. Êdî geştyariyeke nû heye.”

Geştyarê biyanî yê bi navê Benjamin jî qala gera kir û got:

“Ev cara yekem e ez têm vir û berê li ser Tirkiyeyê ti fikrên min tunebûn.

Bêhtir xalîçe û tiştên wisa dihatin bîra min lê dema ez hatim, min dît ku ev der ji aliyê dîrokî ve çi qasî cuda ye.

Gelek berhemên dîrokî û dêrîn hene û ew jî nîşaneya wê yekê ye ku împaratorî di nava sed salan de çawa guherîne û hatine vê merhaleyê.”

Li gorî rapora 2024an a Foruma Aborî ya Cîhanî, Tirkiye di warê hewandin û dahata geştyariyê de di rêza 29an de cih digire.

Di heman salê de ji çar aliyên cîhanê derdora 61 milyon geştyarî berê xwe da Tirkiyeyê.

Dahata heman salê ji vê qadê jî bûbû 61 milyar û 103 milyon dolar.

Tirkiye ji bo hewandina zêdetirîn geştyaran amadekariyên cur bi cur kirine û sezona ku piştî 15ê Nîsanê vedibe îsal bi Cejna Remezanê re dest pê kir.

“Ji Rojhilata Navîn ji Îraq û Urdinê geştyar gelekî tên”

Xwediyê şirketeke geştyariyê Yunus Kaan Kirilman anî ziman:

“Em wekî şirket bêhtir bi Rojhilata Navîn re dixebitin.

Helbet Pakistan û Hindistan jî niha beşeke karê me digirin.

Ji Hindistanê hatin zêde ye. Ji Rojhilata Navîn jî Îraq û Urdin niha gelekî balê dikişînin û ji van welatan hatin zêde ye.”

Li gorî amarên wezaretê di cejnê de derdora 20 milyon welatiyên Tirkiyeyê derketine seferê.

Dihat payîn ku Stenbol aram bibe û nifûs û trafîk jî kêm bibe lê pêleke zêde ya geştyaran qesta bajêr kir û qerebalix ji demên normal zêdetir bû.

Bêyî welatên Erebî, hejmara geştyarên ku ji Asyaya Dûr û Rûsyayê tên gelekî zêde bûye.

Li derdora Behra Egeyê jî otel ji sedî 90 zêdetir tije bûne.

Li gorî texmînan hejmara geştyarên ku di cejnê de çûne serdana Stenbolê jî ji 3 milyonan derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst