Hewlêr (Rûdaw) - Enflasyona bilind a li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li sektora geştyariyê dike.
Ji ber bihabûnê, bi taybetî geştên Antalyayê ku geştyarên Alman eleqeyeke mezin nîşanî didin, tên betalkirin.
Kompanyaya geştên asmanî ya Almanyayê Condor Airlinesê ragihand ku wan geştên xwe yên Antalyayê yên ji bo demsala havîna 2026an bi temamî ji bernameyê derxistine.
Tirkiye êdî ji bo geştyaran bûye ciheke biha
Tirkiye ku bi salan wekî "bihuşta betlaneyê ya erzan" dihat naskirin, êdî ji bo geştyarên Ewropî bûye cihekî biha.
Bihabûna zêde bûye sedem ku geştyarên biyanî rezervasyonên xwe li pey hev betal bikin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Condor Airlines ji ber kêmbûna daxwazê geştên xwe betal kirine.
Sedema sereke ya vê biryarê jî bihabûna jiyanê ya li Tirkiyeyê ye.
Biyanî ji Tirkiyeyê derdikevin
Tê gotin ku ev biryar ji bo sektora geştyariyê û aboriya welêt zengila metirsiyê ye.
Mesrefên zêde ne tenê bandor li planên betlaneyê dikin. Bi hezaran biyanî jî ji ber enflasyonê ji Tirkiyeyê derdikevin.
Li gorî daneyên Saziya Amarên a Tirkiyeyê (TUÎK), di nava salekê de zêdetirî 50 hezar welatiyên Rûsyayê ji Tirkiyeyê derketine û wan berê xwe daye welatên erzantir ên wekî welatên Balkanan.
Li gorî pisporan, eger bihayên bilind neyên kontrolkirin, metirsî heye ku Tirkiye di demek nêzîk de cazîbeya xwe ya geştyariyê bi temamî ji dest bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse